NEWROZ

äæÑæÒ


6/5/2007

Ji Veqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê: JI ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE

(Zarathustra News)

Kesên ji bo pîrozkirina 1 ê gulanê li Stenbolê civiyan, bûn hedefa êrîşek e xurt. Bi sedan kes bi hêza avê û gaza no hatin belavkirin. Hejmarek bilind bûn hedefa lêxistinê û girtinê. Navgînên ku ji bo çûn û hatina nav bajêr wezîfedar in, bêyî agehdariyê hatin rawestandin. Rê li ber xebatên çapemeniyê bi şêweyekî bê qanûnî hate girtin. Stembolê di 1 ê gulanê de bubû wek bajarek dagîrkirî.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê êrîş bire ser karkeran, memuran, xwendevanan û rûniştvanên din ku ji bo pîrozkirina 1 ê gulanê civiyabûn. Armanca wan ``ji holê rakirina hejmara neyaran e.``

Ev kirin bi şêwra hikûmetê ji aliyê waliyê Stenbolê hate pêkanîn. Êrîşa wan li dijî mafê mirovan yê bingehîn e.

Hesreta hemwelatiyên me, di welatê xwe de jiyanek e  însanî ye. Kesên bi awira neyartî nêzî vê hesretê bibe, pêwîst e jibîr nekin ku em ê çi caran mahkûmî û êsîrbûnek wisan nepejirînin.

Di welatê me de, di demên dawî de hişkayî û paşverûtiya ku hatiye holê, bi saya mirovên welatê me ku bi demokrasiyê, parastina maf û azadiyên xwe ve girêdayî ne, dê bê rakirin, rê li ber bê girtin.

Em careke din ji tevayê kesên li Tirkiyê û dezgehên demokratîk daxwaz dikin ku demokrasiyê biparzêzin, bi rêya demokrasiyê li çareseriyên pirsan bigerin û ji bo avakirina demokrasiyê di nava xebatê de bin, hevkariya xebata demokrasiyê bikin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]