NEWROZ

äæÑæÒ


6/4/2007

Li zindanên Tirkiyê cî peyde nabe, Her roj sed kes tê zîndanîkirin

(Zarathustra News)

Zindanê li Tirkiyê çi caran wisan nehatine dagirtin. Li gorî îstatîstîka niwênerê komîsyona mafê mirovan ya parlamentoya Tirkiyê Ahmet Ersin, di meha çile de hejmara zindaniyan 74 399  kes bû, di ya sibatê de ev hejmar hilkişiyaye 77 425  kesan. Li zindanên Stenbol, Izmir, Edenê, Antalya, Aydin, Entab, Konya û Mersinê kapasîteya hejmara girtiyan zêdeyî normên zîndanan e. Ji bedêla 11 089 neh kesan, 20 053 kes dimînin. Ev yek ji awira sihet, xwarin û jiyanê dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Girtî, ji bilî sê ranzayên li ser hevûdu yê xewê, li erdê jî cihê razanê çêdikin.

Li gorî ajansa HH yê, di 27 salên dawî de hejmara zîndaniyan mîna îsal bilind nebûye. Ev bilindbûn, di dema 12 îlona 1980 î de hebû. Wê demê hêza leşkerî dest danîbû ser hikûm. Li gorî ajansê, ji ber ku rê di zindana de pêyde nabe, kesên girtî dişînin hepsên din. Hejmara kesên girtî jî 80 hezar e.

Hepsên nû

Li gorî beyanên wezareta edaletê ya Tirkiyê, li Stenbolê 8, li Izmîrê 3 hepsên nû tê çêkirin. Hejmarek hepsên navdar yên wek mîna Buca ya Izmirê, Ulucanlar a Enqerê, Ya Metrisê dê bên girtin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]