NEWROZ

äæÑæÒ


6/3/2006

XWE JI VÊ XEBATÊ BÊPAR NEHÊLIN!!

Kampanya 100 hezar imzeyan dest pê kir, Bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê

http://www.rojava.net/

Ji 1 adarê ve kampanya berhevkirina 100 hezar imze dest pê dike. Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dê van imzeyan li gel belgenameyekê derbarê çewisandina çand û zimanê kurdî li Sûriyê bigihîne dezgehên navnetewî, bi tayebtî jî UNESCO. Kesê/a ku bi imzeya xwe beşdarî vê kampanyayê dibe, dengê xwe bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê dide. Ew bi imzeya xwe re doza serbestkirina axaftin, fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî li Sûriyê dike.

Zimanê me hilgirê serekî yê nasnameya me û çepera pêşî ya berevaniya giyanê me yê netewî ye.

Ji bo em nasnameya xwe biparêzin û giyanê me ê netewî têk neçe, beşdarî vê kampanyayê bibin.

Tu bi parastina zimanê xwe, pêşeroja xwe û neteweya xwe diparêzî.

Dengê xwe bide bo parastina peyva kurdî, beşdarî kampanya100 hezar imze bibe.

 

Agahdariyên giring

 

I. JI BO KES Û DEZGEHÊN KU LI HUNDIRÊ SÛRIYÊ NE

 

Kes û dezgehên ku li Sûriyê ne, dikarin forma berhevkirina imzeyan ji malpera rojava.net çap bikin. Eger hûn li Sûriyê dijîn û hûn dixwazin bi vê kampanyayê re alîkar bin, ji kerema xwe re di rêya e-mail an jî telefonê têkiliyê bi me re bikin.

 

II. JI BO KES Û DEZGEHÊN LI DERVE

Kes û dezgehên ku li dervî Sûriyê ne û dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, bila ji kerema xwe re têkiliyê bi me re bikin û navnîşana xwe ji me re bişînin da em forma berhevkirina imzeyan di rêya postê re ji wan re bişînin.

Kî dikare imze bike?

- Hemû kesên ku temenê wan ji 18 salan û bi jor ve ye dikarin imze bikin û beşdarî kampanyayê bibin

Navê xwe çawa binivîsim?

- Mirov tenê bi navê xwe ê rastî dikare beşdar bibe. Navên hunerî û civakî nayên qebûl kirin.  Bi navê xwe ê ku di nasname an passporta te de ye imze bike.

Bi çi zimanî binivîsim?

- Ya herî baş ew e ku tu agehdariyên tên xwestin bi tîpên latînî binvîsî. Kesên ku nizanin bixwînin û binvîsin, dikarin li şûna imzeyê pêça xwe li ser kaxetê bixin.

 

Forma berhevkirina imzeyan çawa dagirim?

Van hersê cihan dagire

1)        NAME: Li vir nav û paşnavê xwe binvîse

2)        STATE AND CITY: Li vir navê dewlet û bajarê ku tu niha lê dijî binvîse

3)        SIGNATURE: Li vir imze bike

 

Agehdariyek taybet bo kes û dezgehên ku pişikdariyê di berhevkirina imzeyan dikin:

Ji kerema xwe re li jêra forma berhevkirinê, li cihê ku “Kes an dezgeha berhevkirina imzeyan hatiye nivîsîn, navê xwe an ê dezgeha xwe (komele) ligel navnîşan, e-mail û nemra telefona xwe/ dezgeha xwe binvîse.

Ji bo têkiliyê

Navnîşan:

C/O: Raşid Hesso

Dwobergerstr. 11

27753 Delmenhorst –Germany

Telefon:

+49 (0) 511 21 33 713

+49 (0) 160 937 18 876

+49 (0) 162 722 83 15

E-mail:

hevgirtin@rojava.net

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]