|
6/10/2007 HELBESTÊN SASÛNÎ DI KOÇIKA QAMIŞLO DE Di êvara 29 / 9/2007ê de koçika qamişloya çandeyî şevbêrka xwe ya mihane bi mêvandariya mamoste yê parêzer helbestvanê kurd xelîl sasûnî re bûrand . Bi amadebûna hin helbestvan û nivîskaran û gurûpek ji keç û xortên xwendevan Şevbêrkê dest pê kir bi gotina xêrhatin û danasînê bi mamosteyê helbestvan ji alî mamoste rif,et endamê koçikê tevî kêfxweşiyê bi amade bûyan , û di peyde mamoste xelîl sasûnî dest bi xwendina çend helbestên xwe yên bijartî û corecor kir( netewî siyasî civakî û evînî û wergerandî) . Ûpaş xwendinê dergihê gotû bêjeke ber fereh vebû û li ser gelek xalan rawestihan ji wana : 1=Cudabûna di navbera helbesta nûjen û ya azad û kilasîk de. 2= giramatika kurdî di helbestê de . 3= rikberiya di navbera rêzbendê û belavde . ûhin pirsên dîtir yên taybet girêday bi mamoste xelîl ve mîna : 1 = çima ta îro tu berhemên wî çapkirî nînin . 2= kengî helbest êrîşî hizrên wî dikin . 3= kîjan ji helbestên wî mezintirîn bandorli wî heye. Bersiva van pirsan bi geşî û berferehî hate dan ji bal mamoste xelîl ve û li dawiya êvarê sê şîretên taybet arasteyî nifşên bê kirin ew jî : 1= miqtebûn li foliklor ê gelêrî ê resen û parastina wî . 2= toreya kevnareyan û bi taybetî cegerxwîn û ciîrî , ji ber ku em suxteyên cegerxwînin û cegerxwîn suxteyekî melayê cizîriye . 3= ya herî giring ser xweve neçin ji ber ku serxweve çûn derdekî kujeke û lezê liçapkirina berheman nekin ji ber berhemên we nûnerê şaristaniya milletê wene li nav kesên biyanî. Û şev bi dawî hat bi kêfxweşiya amade bûyan û ta şeveke dîtir vexwendî nûyên koçika qamişlo bin . Koçika qamişloya çandeyî 29/9/2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |