NEWROZ

äæÑæÒ


5/8/2005

Çar mûmên Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê ronîdan

li ser  vexwendina komîta amedekar ya Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê, gelek ji nivîskar, helbestvan, çêroknivîs, rojnamevan, hunermend, sîyasetmedar, rewşenbîr, hezkerên çand û zimanê kurdî, li şeva 36 an ya vê komîtê  li roja înê katjimêr  heşet û nîvan îvarî li taxa Kurdan li Şamê paytexta Sûryê  beşdarbûn .

Hêjayî gotinê em bêjin komîtê bi serbilindî sê salên xwe bihorandin û kete sala çaran, di van çar salan de bi dehan ji şevbuhêrkên wêjeyî helbest û çêrokî , filklorî , ramanî , hunerî, ziman û rêzimanî, dengbêjî, di sîh û şeşmehan de sîh û şeş şebuhêrkên kurdî li darxistin.

Destpêkê endamê komîtê, Bavê Comerd xêrhatina mêvanan kir û bi taybetî hunermendê kurd Rênas bavê Rêzan , hunermendê dengbêj û awazkarê cimbişê ,

Hunermend Rênas ji xelkên herêma Cizîrê ji alî dêrkê , ji 20 salan de koçberî paytexta Sûryê Şama Şerîf bûye , li wir dijî û li wir karê xwe yê hunermendî jî dike.

Piştî xêrhatina mêvanan hunermend Rênas gurzek ji stranên filklorî xweş wek: Delal, Şehîno, Xelev, bavê Sêvê, Çûme Êndîwarê, Lêlê  Xifşê, Nofê ……H.W.D.

Birûsik û nameyên hatine vê şevê :

Hoşeng Osê gutinek kurt

Diya Ciwan axaftink kurt

Nama kovara Zengil ( Ecras) namek bi erebî nivîskî

Kovara Azad  gutinek kurt

Nama kovara Jîn bi kurdî nivîsandî bû

Bi belavkirina şirînayiyê şev hat dawîkirin.

Şêx Birîmce

 Şam 31/7/2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]