|
5/4/2006 Li Kurt-Kavê Civîna Bîranînê Stenbol- Civîna bîranînê ya şehîdên Kurda, roja 1ê Nîsanê li avahiya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî de hate çêkirin. Civîna bîranînê ku ji alî Fehîm Işık ve dihate birêvebirin, bi axaftina serokê Weqfê Mehmet Celal Baykara ve destpêkir. Baykara di axaftina xwe de pêwîstiya rojên bîranînê anî ziman û her weha eşkere kir ku wê Weqfa Kurdî her sal di 31ê Adarê de roja bîranînê ya şehîdên Kurda çêbike. Piştî Baykara, Işık jî bi axaftinekî kurt bal kişand giringiya 31ê Adarê û her weha diyar kir ku, yên di Weqfê de tên bibîranîn sembol in. Işık axaftina xwe weha domand: “Yên di sînevîzyonê de cîh girtine, yan jî kesên ku emê li vir binav bikin, bêgûman tev sembol in. Em dizanin, gelek wendayî û şehîdên me henin. Lê em bi van sembola her weha hemû şehîdên xwe jî bibîr tînin.” Sînevîzyona ku piştî axaftina Işık destpêkir, teqrîben nîv saet ajot. Di sînevîzyonê de ji Melayê Cizîrî hetanî endamên weqfê yên jiyana xwe ji dest dane an jî ji hêla hêzên tarî û xwînxar ve hatine şehîdkirin, teva hatibûn nîşandan. Qazî Mihemedê Serokkomarê Mahabadê, Şêx Saîdê Paloyî yê rêberê serîhildana 1925an, Xalid Begê Cibrî yê serokê rêxistina Azadî, Seyîd Rizayê serokê serîhildana Dêrsimê, Mele Mistefayê nemir, Dr. Evdirehman Qasemlo, Dr. Saîd Şerefkendî û rêber û canfîdayiyên wekî Faîk Bucak, Saît Elçî, Saît Kirmizitoprak, Necmeddîn Buyukkaya û gelekên din jî tev di sînevîzyonê de cîhê xwe girtibûn. Her weha hin kedkarên hêja yên wekî Musa Anter û Feqî Huseyn û endam û damezrênerên weqfê yên wekî Medet Serhat, Hasan Denîz, Yumnî Budak, Osman Alabay, Kurtuluş Parlak, Yavuz Koçoxlu, Nurettin Basût û Nazîf Kalelî jî di sînevîzyonê de hatibûn bibîranîn. Piştî temaşekirina sînevîzyonê, ev car beşdar dest bi axaftina xwe kirin. Ewil axaftvan, bavê rojnameger Ferhat Tepeyê ku bi destê hêzên tarî ve hatibû şehîdkirin, birêz Îshak Tepe bû. Piştî Tepe, dayîka Ferhat Tepe jî axivî û hîsên xwe anî ziman. Her weha xwişka Kurtuluş Parlak birêz Fusûn Parlak, birayê Nazîf Kalelî birêz Azmî Kalelî jî axaftinek kirin. Civîna bîranînê bi axaftinên beşdaran ve domkir. Di civîna bîranînê de behsa bûyerên Amedê jî hate qalkirin û zor û zilm û nehaqiya li ser Kurda carekî din hate şermezarkirin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |