|
5/12/2005 Şevek helbestî li Şamê Şêx birîmce Şam 3/12/2005 sexbirimce@yahoo.com Di roja înê 25 an ji meha çiriya paşîn, komîta amadekar ya Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê, şevek taybet ji helbestvanê kurd yê hêja Oflaz bavê Azad li Şamê li taxa kurdan li darxist. Di vê şevê de dora 30 kesî ji helbestvan rewşenbîr zimanhez û rewşenbîrên kurd,yên ku li paytexta Sûryê li Şamê dijîn, di vê şevê de beşdarbûn. Cara yekê bû ko ku ji 40 şebuhêrkên ku va komîtê ji bêtirî sê sêlan de li darxistine bê rexneyên li dijî mijara ko te pêşkêşkirin dibore, helebest bi çavekî bilind hat nerxadin, bi nêrîneke hevdemî helbestên Oflaz hilbijartin, û li ser hin gotinên biyanî û heremî di van 12 helbestên kurt rawestiyan. Mixabin ji bo karekî minî taybet, min nikarîbû ez beşdarî vê şevê bibama, lê min ji hin beşdaran pirsî , û li ser nêrîn û dîtina wan min ev çend rêz nivîsandin û min helbestên ko di şevê de hatine xwendin , ji ba mameste Oflaz anîn ez wan pêşkêşî we dikim, ta wîn bi xwe li ser van helbestan rawestin û binirxînin, û bibînin ma dîtin û nêrînên beşdaran ta ku derê cihê xwe div ê şevê de girtbûn.
1- Min got: Qey Ferate, Xidire, lê tu nabî; dara bîyêye li rêşî li rêşî nazik û nazdare.
2- Ezim baranim stêra min dengê hebênê me roniya xudê me piyalek serxweşiyê me rêkek duristim gum guma çemê ji serî çiyan de tême pêşeroja Gewrê Binefşê Gulîsorê Zînê û Xecê me.
3- Tenê di rêya te re min xwe naskir tenê di heyranên te de dizengirim. 4- Kêlo bê por û simêlo kanîne pilanên te ew hişê mezindikir cî û ware te
5- Şeva tarî mîvane wê derbaz be here.
6- Lezke îro lezke ta tu dxwazî dilê min gezke.
7- Hindik ma ye nav bera me bostek nema ye.
8- Kenê te sicike tenê sersiya xwe `hewş vedide.
9- Berkeniya te bû ye ya ( Ciyokenda ) dûman girtî.
10- Tu bûye gulek ji /çokelêt/ hezkirina pir ji te şêkir bilind dike.
11- Tu û /dîsko/ ?! ma tu kufika ser sînga xwe nabînî.
12- Evîna te benîştê merxê ye bi min ve şima bûye zû zû ji dil nabê. 11/9/2005 Şam |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |