|
5/1/2007 Hejimara 100ê ji kovara Nûbihar Kovara çandî hunerî û edebî Nûbihar geheşte hejmara 100ê û bi hejmara taybet derkete pêş xwendevanên xwe... Bi mebesta hejmara sedemîn (100.), kovarê dosyayek amade kirîye û nivîskaran li ser Nûbiharê, cihê Nûbiharê di nava edebîyata Kurdî de û li ser rola wê rawestîyane... Derheqê Nûbiharê de xwedîyê kovarê Süleyman Çevik “Umrek me bi Nûbiharê re derbas kir”, Ali Karadeniz “Sed carî Nûbihar”, Sabah Kara “Kultur zik têr nake”, Ayhan Geverî “Rola Kovaran û cîyê Nûbiharê”, Rojen Bernas “Jimara sedî ya Nûbiharê” M. Emin Bozarslan “Xweştir e”, Ehmed Akin “Sê xisûsîyetên Nûbiharê”, Adar Jîyan “Bi hêvîya temenekî dirêjtir”, Zeynelabidîn Zinar “Nûbihar adana berê çend hezarsale ye”, Felat Dilgeş “Nûbihar hilmek azadî ye”, Ebdulhadî Botî “Nûbihar medreseyek e”, M. Rauf Çiçek “Çi dibêjin di heqê Nûbiharê de”, Selaheddîn Şivan “Gula payîzê Nûbihar”.. nivîsîne... Her wisa jibilî wan navan, Cankurd, Ferîd Îzol, Murad Celalî, Dr. Muhsin Doskî, şairê meşhûr Mueyyed Teyyîb, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Dr. Naci Kutlay, Salih Kevirbirî, Selim Temo, Ahmet Aras û Roşan Lezgîn jî bi nivîsên xwe yên li ser Nûbiharê beşdar bûne. Ligel wê Mehmed Uzun jî ji bo pîrozbahîya hejmara Nûbiharê ya 100. Name’yek rêkirîye û ew jî bi destnivîsa Mehmed Uzun ya orjînal di nava rûpelên kovarê de cihê xwe digire... Jibilî dosyaya taybet ya Nûbiharê, dîsa di nava rûpelên kovarê de berhemên wekî helbest, pexşan, meqale û çîrok cih digirin... Nûbiharê wekî tête zanîn ji ber hejmara xwe ya 100. pêşbazîya çîrok û helbestan darxistibû û tevlîbûna vê pêşbazîyê jî hetta dawîya meha yekem didome... Nûbihar Büyük Reşitpaşa Cad. Yumni İş Merkezi No: 22/29 Vezneciler/İstanbul Tel&Fax: (212) 519 00 09 www.nubihar.com nubihar@gmail.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |