NEWROZ

نوروز


4/8/2007

Enstitûya Stratejiya Global: Kurdistan garantiya berjewendiyên Emerîkayê ye

(Wergêr: Gabar Çiyan & Zarathustra News).

Iraq dabeş dibe. Senaryoyên li ser pirsê herku diçe ciddîtir dibin. Pirsa sêbeşkirina Iraqê, li Emerîkayê jî bi şêweyekî ciddî tê niqaşkirin.

Ji bo ku nifûsa herêman li Iraqê homojentir bibe, rê ji bo koçkirinê tê vekirin. Tedbîrên Emerîka li hemberî bandora Îranê ya li ser şîiyên başûrê Iraqê ne diyar e....

Stratejînas General Nejat Eslenî di Enstitûya Stratejiya Global ê  de dixebite û analîza xwe ya nû li ser bingeha zaniyariyên îstîxbaratê, raporên dezgehên emerîkî û yên li Tirkiyê ava dike û li ser pirsê mirovî piralî ronî dike. Wisan berdewam dike General Eslen:

Rapora pisporên navenda afirandina hizirkirinê ya Enstitûya Brookings ê Edward P. Joseph û Michael E. O`Hanlon di 12 hezîrana 2007 an de hatibû belavkirin. Rapora bi navê "The case for soft partition in Iraq" de li ser tekûzkirina istikrara li Iraqê tê rawestandin. Dîtina wan dikare wisan bê formulekirin: Pêwîst e federaliya Iraqê cihê xwe bi şêweyekî nerm bide dabeşkirinê. Cudakirin, dê bi piştgiriya raya giştî ya navnetewî û iraqiyan ve were pêkanîn. Iraq dê bibe sê herêm: Herêma Şîî, Sûnî û ya Kurda. Piştî cudabûnê, herêm, dê mîna bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bibin berpirsiyarê birêvebirin û ewlekariya cihên xwe.

Li gorî raporê, dabeşkirinek e wisan dikare dijwarî û rîskên cewaz jî bi xwe re peyde bike. Lê rewşa niha û kirina wezîfeya polîsî di navbêra şerê etnîkî-mezhebî de û kişandina hêzên emerîkî ji wan deverên xeter û paşê bilindbûna şerê navxweyî, rewşê xiraptir dike. Dema mirov rewşa îro û alternatîva perçekirina Iraqê dide ber hevûdu dê bê dîtin ku "dabeşkirinek e nerm" rîska xwe kêmtir e û kirinek wisan, gavekî rast e. Di raporê de tê diyarkirin ku perçekirina Iraqê, li hemberî berzbûna şerê navxweyî û belavbûna wê li herêmê, çareseriya herî baş e.

Stratejiya Emerîkayê ya îro

Li gorî plana B yê ya raporê ku dabeşkirina Iraqê bi şêweyekî nerm pêşniyar dike, ji Emerîka daxwaz dike ku stratejiya xwe ya îro rawestî ne. Di şûna wê de, hatina petrolê di nav herêmê de bê paykrin, rê ji koçkirinê re bê vekirin ku rûniştvan li gorî mezheb û etnîka xwe li herêmên xwe bi cî bibin, li ser sînorên herêman ewlekarî bê xurtkirin û li gorî rengê Iraqê yê nû (debeşkirî) hêzên navnetewî bên bi rêk û pêk kirin (orgnanîzekirin).

Stratejiya leşkerî ya Emerîka ew bû ku bi hêzekî nû (25-30 hezar) ewlekariyê li Baxdayê xurt bike. Lê encama xwe ya vê stratejiyê zêde ne serkevtî bû. Encamên wisan, fikrên "ji bilî perçekirina Iraqê pê ve tu çareyên din tune ye" li Emerîkayê bi hêztir dike. Ji bilî serneketina stratejiya kevin, çend tiştên din jî hene ku tenê perçekirina Iraqê weke çareya herî dawî dibîne û pirsa dabeşkirinê tîne rojevê: Ji 2003 an û vir ve heman hêzên emerîka du-sê caran hatine Iraqê. Heza bejayî ya Emerîka têr nake ku ewlekariyê li tevayê Iraqê pêk bîne. Bilinbûna çûna aboriyê mezintir dibe. Leşkerên tên kûştin dengên nerazîbûna navxweyî li Emerîkayê bi hêz dike. Mudaxeleya Emerîka li deverên din bi sînor dike...

Di konaxa dabeşkirinê de, herêmên din dê li gorî nimuneya herêma kurda rengê xwe bistînin. Iraq ku ji gelek etnîk û mezheban pêk tê, li gorî etnîk û mezhebên xwe dê li herêmên xwe bi cî bibin. Paşê di navbêra herêmên wan de sînor dê bêne kişandin û bi alîkariya hêzên navnetewî dê ewlekariya li ser sînoran bê xurtkirin. Di rewşek wisan de nirxê statuya Baxdayê û Kerkûkê bilind dibe.

Herêma Şîiyan ku li başûrê Iraqê ye û di bin bandora Îranê de ye û ji awira neftê ve dewlemend e, dikare piştî dabeşbûnê ji Emerîkayê re bibe serêş. Emerîka, di rewşek wisan de, ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze, dikare li hemberî Îranê tedbîrên taybetî bîne rojevê. Tedbîr, li dijî berjewendî û planên ewlekariyê yê Îranê li herêmê û programa Îranê ya nukleerî ye.

Mirov dikare bîne zimên ku, Emerîka, piştî dabeşkirina Iraqê, dikare berjewendiyên xwe tenê li bakurê Iraqê, anku li herêma kurda garantî bike. Emerîka, bi rêya avakirina cihên (navendên) leşkerî li herêmê dê rêyên enerjiyê li ser deryayê, ji rojhilata Derya Sipî hetanî Derya Reş û Kafkasyayê karîbe kontrol bike. Di demek wisan dîrokî de ku kurd dewleta xwe gav bi gav ava dikin, xwezayî ye ku Emerîka bi wan re hevkariyê bike. Avakirina dewletek kurdî dê bandoriyek erênî li berjewendiyên Israîlê li herêmê jî bike. Îsraîl, bi avakirina dewletek kurdî dê bêhtir nêzîkî hedefa xwe ya olî&jeostratejîk bibe.

Rewşa Tirkiyê

Tirkiyê polîtîka xwe li ser parastina yekîtiya xaka Iraqê ava kiribû. Hedefa xwe ew bû ku, bi bandora xwe ya aboriyê, bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bi xwe ve girê bide û bi vê rêyê berjewendiyên xwe yê ewlekarî û aboriyê garantî bike. Lê ev polîtîka Tirkiyê bi tevayî şaş bû. Ji ber ku yekîtiya Iraqê di dema Sadam de bi saya rejîma otorîter jiyana xwe didomand. Lê piştî ku hêzên emerîkî kete nava Iraqê, rêyek xwezayî ji bo dabeşbûna Iraqê pêk hat. Bi rêya şîrketên Tirkiyê herêma kurda bi hêztir bû. Girêdana wan bi xeyala "Kurdistana mezin& gewre" xurtir bû. Pêşketina li wir bandorek neyênî li sîstema Tirkiyê ya unîtêr dikir. Ev rastiyek li ber çavan bû û ji bo dîtina vê rastiyê pêwîstiya mirov bi vîzyonek mezin tune bû.

Pêwîst e Tirkiyê piştî mudaxeleya leşkerî ya Emerîkayê û konaxa dabeşbûna Iraqê, li gorî şert û mercên herêmê û xwe, li ser berjewendiyên xwe li Iraqê û bakurê Iraqê hedefên xwe yên netewî ji nû ve binirxîne, stratejiyên baştir pêş bixîne û wan pêk bîne.

Ji bo ku stratejiyên baştir bên e bikaranîn, pêwîst e Emerîka ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê bikarneyîne. Ji bo bidestxistina armancek wisan divê têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bi şêweyek rasyonel ji nû ve bê nirxandin, bi navkirin. Iraqê ji bo têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bûye cihê ceribandinê. Buyerên nû nîşan da ku gelek caran berjewendî û vîzyona Tirkiyê ya li navçê û ya Emerîkayê ne mîna hevûdu ye û gelek caran li hemberî hevûdu ye, dijîtiya hev dike...

Enstitûya Stratejiya Global

Navenda xwe li Enqerê ye. Weqfa Hevkariya bi Turkmeneli piştgiriya xebatên wan ji aliyê aborî ve dike. Li ser pirsa Iraqê û Rojhilata Navîn kur dibe, li gorî berjewendiyên Tirkiyê û tirkê li herêmê panêlan organîze dike û di gel pisporên endam re, raporan amade dike. Hevkariyê bi dezgehên hemfikir re dike. Di naw wan de hejmarek pisporên ewlekariyê yên sivîl û leşkerî hene .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]