|
4/7/2007 Prof. Dr. Yasemin Açık: Bi hişkiya li hemberî jinê Tirkiyê yekem e (Zarathustra News) Sempozyuma siheta gel ku ji aliyê Zankoya Dîcleyê û Yerel Gündem 21 ê ve hatibû organîzekirin li Amedê pêk hat. Rektorê Zankoya Amed ê Prof. Dr. Fikri Canoruç, Serokê beşa siheta gel ya Zankoya Firat ê Prof. Dr. Yasemin Açık, birêvebirê perwerdê yê Zankoya Haran ê Gülşen Gümüş û gelek xwendevan û jin beşdarî sempozyumê bûn. Axaftina destpêkê ji aliyê Prof. Dr. Canoruç ê ve hate kirin. Canoruç bêhtir li ser pirsên sihetê û rola dewletê rawestiya û ji dewletê xwest ku bi rola xwe rabe. Paşê Prof. Dr. Yasemin Açık ê dest bi axaftina xwe kir. Prof. Dr. Açık bi giranî da ser rewşa jinan li Tirkiyê axifî û wisan got: Li cîhanê hişkayiya li hemberî jinê pir alî didome. Li cîhanê her ji 15 saniyan carekê êrîş diçe ser jinekê. Me lêkolînek fireh li ser rewşa jinan kir. Di 50 welatan de rewşa jinan û hişkayiya li hemberî wan bû mijara lêkolîna me. Li gorî lêkolîna me, di cîhanê de Tirkiyê welatê yekem e ku li hemberî jinê hişkayiyê bi tundî bi kar tîne. Di welatê me de, anku li Tirkiyê ji % 58 ê jinan dikeve ber vê zilm û hişkiyê. Pêwîst e ev hişkahî raweste. Li gorî rojnameya Olayê sempozyum bi benda nexweşiyên xelkê yên kronîk berdewam kir . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |