|
4/10/2005 Karîketêr mijara şevekê li Şamê bû Karîketêr ew hunerê ko kare xwe bi hesanî û bê dilxweziya mirov xwe berde nav raman, dil, hiş, û hestê dîtyaran, hunermendê zîrek û hest nazik, wek dixwaze, temaşevanan dilivîne, şadeke, dikenîne, bi girîdeke…; di demeke kurt de, hunermand kare tiştê dixweze bighîne te, te têxe nav derya hêvî, daxwaz, derd û êşên xwe. Duh li Şamê, li taxa Kurdan, li katjimêr 7:30 an, bi hebûna cimawerkî taybet ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, zimanhez, şevek hunerî li darket. Dora du katjimêran me bi hunermendê Kurd Durust re borand, bê ko haya me ji demê hebe, çawa dem bi lez li dibore , şevbuhêrik li ser bankî bû, bayekî payîzî hênik berê xwe dabû me, lê germiya mijarên hunermend em germkirin, hêşt ko em li dem û sermê hay ne bin; me guhdaran nedixwest şev were kuta kirin, lê sîstema komîtê ko şev ji du katjmêran derbas ne be, şev kuta kir. Komîta amadekar ya Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê , serkeftî bû bi girêdana va şeva 38 an wek yên dî di van sê sal û du mehan de. Mijar wek ku pêşkêşê şevê rojnamevan ( Hoşeng Osî) da xuyakirin, ku du parên wê hene , yek li ser hunera karîketêr re, ya didwan xwendina çend helbestan e. Durust hunermendê helbestvan bi awakî xweş nazik li ser dîroka karîketêr , rola wê, navên berz yên cîhanî, Erebî , kurdî, axivî, û gurzek ji wêneyên ko li pêşengeha xwe ya ko îro hatibû kuta kirin pêşkîşî me kir û para dudwan wê çend helbestên xwe ji me re bixwanda, lê mixabin wek em bi para yekemîn şabûn, demê nehişt em bi para dudwan şabibin, helbestên hunermendê helbestvan bibhîsin, ji ber tengiya demê, komîtê xwast ko şevek taybet ji hunermendê helbestvan re di demeke dî de li darxîne. Hêjayî gotinê ye ko em bidin xuyakirin ko : Hunermendê me Durust pêşengehek di bin nave ( berî gî mirov) li navenda çanda Erebî li E`dewî li paytexta Sûryê li Şamê li darxist bû ( ji roja Şemiyê 24/9/2005 an ta 15 rojan bimîne ji ber mijarên ko pêşkêkirbû û ji beşdarbûnek taybet ji kurdan li pêşengehê beşdardiûn, berpirsên navendê, mixabin berî ko dema pêşengehê were borandin jê xwastin ko dive pêşengeh hevteke tenê berdewam be. Durust ji Qamişlo ye, di sala 1954 an ji dayîk bûye, di sala 1985 an de ji zannîngeha Şamê pare hunera xweşik kutakirî, bi salan ji ber xebata xwe ya rêzanî de ketiye zindanê, niha li Şamê dijî û lê kar dike. Şêx Birîmce Şam taxa Kurdan sexbirimce@yahoo.com 1/10/2005 pirişora pêşengeha Durist li Şamê: |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |