NEWROZ

äæÑæÒ


31/3/2007

Civata Kurd li  Rein-Ruhr

Mahir Barwari

Li roja 24.03.2007 ê da, ez hatime vexandin bu şahiya Nevrozê, ewa  (Civata Kurd li devera Rein-Ruhr) ê amade kirbo, bi minasebeta  Nevrozê û avakirna vê civatê li serê sala 2007 ê da, li bajarê Düsseldorfê.

Vê şahiyê li seet pêncî êvarê dest pêkir heta domahiya şevê vekêşa . Di programê wan da peyva bi xêrhatnê û dana niyasîna civatê û armanc û programê civatê, zelal û perçav kir . Herwesa stiranbêj û muzikê ev şeve bi rewş êxist . Tê zanîn ku di sevê da xizmeteka herî baş li mêhvana kirin , we bi firehî û bê minetî xarin û vexarin amade kir bo .

Tiştê balkês di vê şevê da ew bo, ku piraniya wan kesên vexandi yên şevê ,kesên xwedî şiyan û ekadîmî û rojnamevan bon. Dîsan tiştê hîvî û ez dilxwes kirîm ew bo ku cara êkê ye ez di simînar û civînên kurdistaniyên ji bakurê Kurdistanê amade dibim û bi Kurdî tenê di peyvin, Turkî tu ne bu !!!

Min delîve dit xwe bigehînme hêja Dr. Fîkret Yîldiz  û bi hinde pisyarên serpê û kurt,  hinde pêzanîna bi gehînîne Kurdistaniya li ser egera xwe vekişandina ( destberdan) ji( KOMKAR ) ê, ku pirseke di serê gelek Kurdistaniya da heye.

Herwesa çend pirsa derbarey Civata wan ya ji nû avakirî bikem û bi karîn ji Kurdistanîyara bi deyn nîyasîn.

Eva xarê hindeke ji wê hevpeyvîna serpê ye .Li dawiyê da hêja  Elîf Ince berpirsa civatê, pisporê Informikê û bi xwe jî li Elmanya ji dayika xwe bû ye, amade bo , wê jî ev hevpeyvîne bi rewş û zengîn tir lê kir .

Ya zana ye ku Dr. Fikret Kurdeke ji Enatoliya navîne ji bajari Enqerê ye, xandina xwe li Turkiyê bi domahi aniye, hilgirê biwernama Duxtoriyê ye, ya piska jina . Li sala 1989 an da hatiye Elmanya . Endamê çalakê KOMKAR ê bo , her ji sala 1989 heta  sala 2006 ê . Gelek berpirsiyari wergirtine di KOMKAR ê da, ya herî dawiyê bibo serokê giştî yê KOMKAR ê . Lê ji ber hinde egera xwe ji KOMKAR ê ve dikişîne û dest jê ber dide bi resmî. Dixaze bi rengekê di xizmet û xebata xwe ya netewî dom bike . Ji avakerên civata ( Civata Kurd li Rein-Ruhr ) ê ye, niha  di Civatê da, di pişka têkeliyên derveda kar diket.

Berwari :

Sopas bo vexandina we  ya me ji bo vê şevê û destxwesiyê û pistgîriya we di keyn di karê we yê netewi yê pîroz,  ji bo ava kirna civateka Kurdistanî,  ko xwedî derkeve li Kurdistaniya li dervey welat....

Dr. Fîkret :

Sopas bo hatina we , Civat di xizmeta kurdistaniya daye, demek xwes bi me ra biborînin.

Berwari :

We nêzîkî 17 salan xebata xwe ya netewî û Kurdistanî di nava  KOMKAR ê da domkir, herkesek we nas dike bi şiyan û paqijiya karê we yê Kurdinîyê , çima hûn  jê veqetan ?

Dr.Fîkret :

Niha têkeliy min bi KOMKAR ê ra tu neye, eve behsekê dirêje , lê bi kortî egera derkeftina min  ji  wê :  

Sîstemê wana ê li dûv dimeşe, sîstemek kevne , pêtvî bi guhorîna heye li dûv guhorînên cihanê û serdemî , lê kesanên kevnar keftine tê da,  ku rê li nû kirnê digirin û mayê xwe di hemî tiştên biçûk û mezin da diken .

Me dixast ew xwe biguhire,  li dûv guhorînên li cîhanê dibin , lê ev ne bo, min hemî demê xwe ji bo vê çendê kar kir, ku em bişêyn KOMKAR ê vejînîne ve û ew senga berê hey vegerînîne ve , kurdistaniya li dora xir keyn , û arranca serekî di xizmeta  Kurdistanê da bît, nek  di ya KOMKAR ê bi tinê da bît....

Berwarî :

Ji KOMKAR ê berev Civatê çima ?

Dr.Fîkret :

Wekî me dît em nikarîn di nav KOMKAR ê da xebata xwe berdewam bikeyn, em çend kesanên ekadîmi û hîn pirr kesên ku tu heta nika di nav hereketa Kurdîstanî da cîh negirtine le bi dil û can kurdin, me wesa pê baş bo ko em xwe pavêyn karekê netewî û Kurdistanî û ekadîmî dûr ji bandor û aydiyolojiya vî an yê henê .

Berwarî :

Armanc û kar û pilanên we yên pêşerojê çi ne  ?

Dr.Fîkret :

Me gelek hîvi û proje li pêşin , lê kurtiya karê me di van xala da kom di bît:

1.                  Kirîn û hazirkirna bingehekê civakî yê Kurdistanî li vê deverê ko me nav lê kiriye (Civata Kurda li Rein-Ruhr ), we bibe wek maleka Kurdistaniya bê codahi.

2.                   Lobiya Dewleta Kurdistanê bi Elmana bi deyne niyasîn,  bi rêka xurt kirna têkelîyê  û çalakiyên çandî û dîrokî .

3.                  Ava kirna Aşxanekê ( Pirtukxanek) ê ya Kurdi .

4.                  Vekirna pişka çalakiyên Olî û Civakî .....

5.                  Amade kirna çalakiyên coda coda yên kultorî û çandî .... ji bo kurda , teybet monasebetên netewî û Oli yên Kurda ...

6.                  Biratîya Bajarên Kurdistana Fedral û Elmanya.

7.                  Guhertina xwendekarên Kurdistanî Elman.

Berwarî :

Dîsan sopas bo mêhvandariya we û vî delîvey , ko em bikerin xizmetek gelek biçûk ji wera bikeyn , dengê we,  karê we yê netewi yê pîroz bigehînîne Kurdistaniya, pîştgir û piştevanên her karekê wiha, di xizmeta doza netewi û Kurdistanê da be . Her bijin, her hebin.

Dr. Fîkret :

Sopas bo amadebona we, sopas bo hesta we ya xurta netewi û bi hevra karkirnê.

Mahir Barwari

barwari@web.de

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]