|
30/9/2005 dadgeha (ewlikariyê) wê (bavê Sabêr) vegerîne Zîndanê
"Du zarokên kurd li benada serbestiya xebatkara ne" Dadgeha parastina dewletê ya bilind li Şamê (ewlikariyê), di roja Yekşemê 25/9/2005 an de, Xebatkarê Kurd Mehmûd Elî Mihemed ( bavê Sabêr ) endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî ya demoqrat a kurd li Sûryê (Yekîtî) 5 sal zîndan seza kir digel karên dijwar û ji pênc salan zindan daxist du sal û nîvan. ( bavê Sabêr di yekê nîsana 2004 an de, ji kurdistana başûr vedigerî Sûryê, ji serdaneke tevî wefdekî ji partiya xwe, li mala wî li qamişlo hat girtin. di 15 gulanê de, dadgeha paristina dewletê ya bilind li şamê, dadgehkirna wî xistin 26 ê meha êlûnê û di 21 /5/2005 an de ji zîndanê derket ta roja rûniştina dadgehê serbest berdayî bû . di 25 /9/2005 dadgehê di rûniştina xwe de, du girtiyên Partiya Yekîtiya Demorat PYD her yek ji wan pênç sal seza xwerin û daket du sal nîvan. Ewjî evin: Haşêm Ehmed Ehmed Şahîn Mihemed Hisên Bi beşdarbûna giropek ji parêzerên Kurd û Ereb yên hatibûn dadgeha berêz bavê Sabêr û bi taybetî parêzerê Kurd Redîf Musteva nûnerê komîtên pişgitina azadiyan li Sûryê yê ko serokê wê komîtan parêzer Eksem Naîseye ye bi awakî fermî ji ber komîtê de başdar bûbû. Bi dehan ji hezkiryên berêz, ji keç û xortan , jin û mêran, li pêş dadgehê beşdar bûbûn li benda serbestbardana wî bûn, tevî kurê wî Sabêr û hin ji malbata wî ko ji Qamişlo hatibûn Şamê, hêvîdarbûn ko bavê wan wê serbest were berdan piştî sallek û du meh zîndan bê sûc bê sebeb, berê di sala 1993 an de jî 7 mehan bûbû mêvanên zîndanên welêt. bimre dara felekê ew dîsa wî bikin mêvanê dîwarên reş û tarî . Bavê Sabêr ji bajarê Qamişlo di sala 1955 an de ji dayîk bûye û xwedî 7 zarokane Baxek gul û mûm û hêvî ji hemî girtîyên rêzanî di zîndanên welêt de û bi taybetî ji girtiyên Kurd re. Şêx Birîmce Şam 27/9/2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |