NEWROZ

äæÑæÒ


30/6/2007

Gazete Port qala şikên DTP ê kir: "Ahmet Türk dikare bisernekeve"

(Zarathustra News).

DTP ê li Mêrdîn ê navê sê berendamên xwe diyar kiribû: Ahmet Türk, Kamiran Yıldırım û Emine Ayna. Lê her ku hilbijartin nêzîk bû, dudiliya DTP ê pê re giriktir bû. Ne zelalî pişta xwe dide şikên DTP ê. Pirsên," Ma em ê karîbin sê parlementera li Mêrdîn ê derxînin, an na?" bû sedem ku gavekê berepaş bavêjin. DTP ê ji Dr. Yıldırım xwest ku ew berendametiya xwe bi paş ve bikşîne. Lê Yıldırım bi xwe bawer e ku bêyî xeterê bide dengên DTP ê, ji Mêrdînê bê hilbijartin.

Li ser pirsê di çapemeniya Tirkiyê de deng û behs belav dibin. Li gorî Gazete Port ê, DTP ê di serî de piştgirî da sê kesan: Ahmet Türk, Dr. Kamiran Yıldırım û Emine Ayna. Lê paşê DTP ê ji ber tirsa "Dengên DTP ê dê belav bibin. Serokê giştî Ahmet Türk dikare di hilbijartinan de bisernekeve, xelk dengan nedin wî" gazî Dr. Yıldırım kir ku berendametiya xwe bi paşve bikşîne.

Dr. Yıldırım li navçê weke kes û malbat giraniya xwe heye, nasdar e. 15 sal e li Mêrdînê doktoriyê dike. Serokê Yekîtiya Tebîbên Mêrdînê jî dike. Wî, di dema muayenekirina mahkûman de beşdariya leşkeran li cihê mûayeneyê qedexe kiribû. Paşê di kongreya odeya doktoran de axaftinên polîtîk li ser pirsa kurd kiribû. Ji ber axaftinên xwe di DGM ê de hatibû dadgehkirin.

Dîtinên Dr. Yıldırım li ser pirsê wisan e: Şikên DTP ê hene ku ew ê nikarîbin sê parlementeran ji Mêrdînê derxînin. Lê min lêkolînên berfireh pêk anîn. Bi baweriya min em ê karîbin xwe bighêjînin sînorê 4 an. Lewma bêyî piştgiriya DTP ê ez ê berendamtiya xwe bidomînim, têkevim hilbijartinan. Bêyî dengên DTP ê ez ê karîbim baraja hilbijartinê derbas bikim. Herdû berendamên DTP ê li Mêrdîn ê dê biserbikevin. Ez jî dê bibim kesê sêhem .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]