NEWROZ

äæÑæÒ


3/5/2007

Ji ber turîzma dîrokî û çandî rê di hotelan de nema, Mêrdînê nema karê barê turîzmê hilgirê

(Zarathustra News)

Piştî ku bajarê Mêrdînê kete nav rêza bajarên kevnarê yê cîhanê, bi medrese û dêrên xwe yê kevnare, bi pirçandîbûn û cewaziya zimanên guhertî her ku diçe bala cîhanê bêhtir dikşîne ser xwe. Hejmara serdana turîstan bilind dibe, hotêlên bajêr tên dagirtin. Berî niha, salê 400 hezar turîst dihatin serdana bajarê Mêrdînê. Lê îsal tenê di hersê mehê dawî de 300 hezar turîst hatin bajêr. Bilindbûnek wisan bû sedem ku cihê razanê li hotêlan nemîne. Turîst bê mecal dibin ku herin li bajarên cînar razin. Hotêlên hene têra 1000 kesan dike, lê her roj 3000 kes têne bajêr. Hotêlên ku avahiya wan bi dawî nehatine mecbûr dibin ku beşekê jê vekin û bi xêr hatina mêvanan bikin. Turîstên ku tên bêhtir ji Emerîka, Japan, Swîsrê, Fransa, Îtalya û Holandayê ne. Waliyê Mêrdînê Mehmet Kılıçlar bi daxuyaniyekê xwest ku karbidestên Mêrdînî ji bo pêşxistina turîzmê bibin alîkar.

Li gorî zaniyariyên tê belavkirin, tercuman jî li bajêr kêm in û hetanî havînê dê hejmara turîstan 1 mîlyonî derbas bike. Turîst bêhtir serdana navenda dêra Suryaniyan Deyrul Zafaranê û Medreseya Sitî Radviyê dikin ku li wir şopa nigên Hz. Muhammed heye. Hunera desta ya zîv û zêrkêrî jî bala turîstan pir dikşîne. Beşek ji turîstan diçin serdana Midyadê û Hasankêyfa kevnare.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]