NEWROZ

äæÑæÒ


3/3/2007

MELE NÛRÎ HESARÎ Û KOÇBARIYA NEMIR BARZANI

Koçika Qamişlo ya Çandê

Di hatina avdarêde Koçika qamişlo ya çandê biryara gurûpek projeyên nuh dapejrandin  ,û jiwana li destpêkêde di salvegera koçbariya nemir mela mustefa  barzanî de şandeke koçikê seredaneke taybet ji mala ( mele nûrî ê hesarî ) re kirin

SEREDAN

Ev derfetekbû jibo seredana yekî ji dilsojê rêbaza barzanî nemir û nexasme ku nexweşiyê hemî hêza wî deste ser kirye , ji vê yekê tevgera wiya civakî rawestihaye.

Digel vê hemiyê ..mele nûrî pêşwaziyeke şanaz ji şanda navbirî re kir û bi mendehoşî li ser wî kopalê xweyê dar rawestiha bû li dev deryê mala xwe li bendî mihvanan, lê ev kêfxweşya wî û ken û dilgeşîya wîna ji nişkave dema ku diyarîya koçikê hilgirt ( ya ku wêneyekî nemir barzanî bû) ew dilşadîya wî bû girîkî bişewat ya ku ji çav meve hate diyrkirin ku ew rih sipî vegeriha zarokekî sava bi azerîna girîya xwe , dilê xwe yê fereh 

Kire girî û şîn ...ta ku mihvanjî kelûgirî bûn .

Li pêşyê melê pirsa hinek hevalên xwe yê kevin kir ...ku riya kurdînîyê ew pev dane nasîn   lê rewşa melê ya tenderustî gelekî azar bû mixabin me nikarîbû deryaya wiya mezin qambikin ,tenê ev çend peyvên biçûk jê hatin wergirtin +pey bê dengiyekê

Temenê wî/ 74/salin û berhemên wî /12/ pirtûkin tenê ji wan/ 3/ hatine belavkirin , û yê dîtir di riya çapê dene.

û pirsê me jê evbûn :

*PIRS =Tu xemxwarê barzaniyetê ye ma tu çav bi barzanî keti bû ?

BERSIV= na ..lê ez bextewerim ku min mes,ûd dît li kurdistanê û çavê min bi dîtina wî rehnîbûn ..û( elhemdu lillah)

 *PIRS= li pey vî temenê teyê dirêj ku te bi behwerî liser rêbaza barzanî bûrand , tu çi bangewazê li keçû xortê kurd dikê ?

BERSIV=  kurdayetî …kurdayetî …kurdayetî

*PIRS =wek melakekî kurd û nivîskarekî kurd ..te çi mifa ji ezmûneyên  jiyana xwe ya xebatkarî û nivîskarî girtiye ?

BERSIV= tirik xeddarin…û barzanîyet  lêbûrîne……

*PIRS =ji hêviyên te çi pêk hatine ?  

BERSIV= barzanî kurdistan rizgarkir, yê ku milletê kurd da xwya kirin

*PIRS =çi kêfxweşiya herî zor te li jiyanê dîtiye  ?

BERSIV= mes,ûd ….serwerya mes,ûd barzanî ji  kurdistanê re

*PIRS = ta bi çi radeyê di helbestên xwede te kela dilê xwe û armancên xwe pêk anîne ?

BERSIV= mixabin min xilas nekir  min bihtir dixwest xizmetê bikim lê ..temen û nexweşiyê .. limin zor kirne

*PIRS =nexweşiyên te dîtin ku li jînê tu kirin helbestvan ?

BERSIV= mele yûsiv bavê min ku sizaya sêdarvekirinê di kelha mêrdînêde pê hate dan

*PIRS =xweştirîn nav li cem te çiye?

BERSIV= …..mes,ûd e

26-02-2007

Koçika Qamişlo ya Çandê

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]