|
29/7/2007 Dîmenên hejartiya Kurdistanê: 3000 zarok li ser serguyan kar dikin (Zarathustra News) Li gorî lêkolîna Navenda Zarok û Ciwanên sala 75 ê, li Amedê zêdeyî sê hezar (3000) zarokan li ser serguyan kar dikin. Li ser rewşa minalên herêmê, ji aliyê Daîreya Civakî a Şaredariya Amedê panelek hate organîzekirin. Di panelê de bala beşdaran bi fîlm û nûçeyên cewaz hate kişandin. Beşek ji zarokan, di şûna dibistanê de û çêja jiyana gedetiyê de, dema xwe didin tevrikê û matotê, boyaxkêriya pêlavan, cilfirotinê... Remziye Ulaşa ku seroka navendê ye, ji bo parastina zarokan bi belediyê re xebatê dike. Ji bo minalên bêkes û yên li kolana dixebitin û di gel psikolok û civaknasan re projeyekê didin meşandin. Lê hewildanên belediyê û navendê tenê têr nake ku zarokên Amedê ji kolanan rizgar bikin. Ji ber ku hejmara zarokên Amedê, ji rûniştvanên bajêr zêdetir e, anku hejmara wan % 55.4 ê bajêr e. Li gorî lêkolîna navendê, di salekî de 3 302 zarok li ser zibilxaneyên cewaz yên bajêr dixebitin û ji ber mecalên xirab, siheta wan di xeterê de ye. Zarokên Amedê jî bi dîtinên xwe tevlî panelê bûn. Minalek dîtina xwe wisan anî zimên: "Em naxwazin di karê wisan de bixebitin. Em jî mîna zarokan dixwazin bilîzin, bigerin û herin dibistanê û bi dersên xwe mijûlbibin. Lê mêcalên me sînorkirî ne". Li gorî nevandê pêwîst e dewlet, şaredariya bajêr û dêûbav bi hevûdu re bixebitin da ku çareseriyekî hemdemî peyde bikin û mercên jiyana wan çaktir bikin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |