NEWROZ

äæÑæÒ


29/5/2007

Avakirê taxa Kişlê ya Nisêbînê Cemil Acat çû rehmetê

(Zarathustra News)

Bavê rojnamevan-nivîskarê kurd Gabar Çiyan û yek ji wan kesên avakirê pêşî yê taxa Kişlêya Nisêbînê H. Cemil Acat (Ketfo) îro berê sibêhe çû rehmetê. Acat, di sala 1923 an li Midyadê de hatibû dinyê. Bi eslê ji Darê ye. Dema barkir Nisêbînê beşek mezin ji taxa Kişlê kirî û bi hejmarek kesan dest bi avakirinê kirin. Piştre ji Sêrta Botanê, gundên Omeriya û Dêrika Çiyayê Maziyê gelek kes bi cî bûn û hejmara taxê bû bi hezaran. Xelkê ew kir muxtarê mehelê. 30 sal bê hilbijartin xebata xwe domand. Di taxê de hevkariya nav kesan û tifaqa nav wan xurt kir, bi piştgiriya rûniştvanan rê li ber ixbarî, neqencî û fesadiyê girt û gelek pirsên xwîniyê çareser kir. Fersendên berendamtiya bûna şaredariya Nisêbînê bi dest ket. Lê wî nepejirand. Di taxa xwe de ma.

Îro Taxa Kişlê li Nisêbînê bi nav û deng e, wê dayiktî ji gelek nivîskarên kurd re kiriye, bû cihê xwenîşandanên li dijî zordestiyê û kahniya welatperweriyê...

Bi hatina 12 îlona 1980 î û hatina cunta leşkerî li Tirkiyê, dewletê girt ser malên taxê. H. Cemil bi xurtî li dijî helwêsta dewletê derket. Piştî ku serleşkerê tabûra bajêr bi şêweyek vekirî di nav xelkê de lê îşkence kir, wî karê muxtariyê bi cî hişt. Çend salên dawî ji ber nexweşiya kezebê dihêşiya. Îro, piştî nimêja li mizgefta Kişlê, li goristana hecacan hate bi cîkirin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]