NEWROZ

نوروز


29/3/2008

Fîlmek kurdî di nava netewan de cî girt: "Kîlometre Zero" dibe cihê niqaşê

Zarathustra News

Li Fîlmhuseta Stockholmê di rojên 5-6 nîsanê de çalakiyek taybetî  tê kirin. Çalakî piştgiriya xwe ji "Stiftelsen Karl Staaffs fond för frisinnadeändamål", "Konstnärsnämnden", "Franska Institutet" ê digire. Ew, ji aliyê "Finlandsinsitutet" û "Judiska Filmfestival"ê hatiye organîzekirin. Di çalakiyê de fîlmên bi eqaliyetan ve girêdayî jî dê bêne nîşandan, temaşekirin.

Semînera di bin navê "Çarçevoya sînoran çi ye?" de, li ser sînorê naveroka fîlm û zimanê hunerê tê rawestandin. Amadekarên çalakiyê, di rapora xwe de li ser pirsê wisa beyan dane:

"Şaşitiyên hene, buhayê wê çi dibe bila bibe, divê bêne serastkirin, dibêjin kesên ku bi eqaliyetekî ve girêdayî ne. Derhêner û fîlmçêkirên ji van eqaliyetan ku dibin hedefa komên ji gelê xwe, di rastiyê de çiqasî dikarin bi sebir bin û xebatên xwe bidomînin? Lê hêja ye ku mirov serê xwe bihêşîne? Li ser navê hunerê dikare her tiştek bê eşkerekirin, an na? Berpirsiyartiya mirov çiqasî heye?"

Sê derhenêr û senarîstek hatine vexwendin. Ew ê li ser pirsê dîtinên xwe bînine zimên. Fîlmên Outisde Love (li ser cuhûyan), Kilmetre Zero (li ser kurda) û Kid Svensk (fînlandiyên Swêdê) dê bên nîşandan. Her wisa di gel mêvanên hatine vexwendin senarîst Daniel Dencik, derhêner Daniel Espinosa, Hiner Saleem û Nanna Huolman û beşdaran dê sohbetek bê kirin.

Fîlmê kurdî ku dê li ser bê niqaşkirin "Kilometre Zero", di sala 2005 an de hatiye kişandin. Derhênerê fîlmê Hiner Saleem e. Naveroka xwe li ser kesek kurd e ku di dema Sadam Hisêynî de bi zorê dikin leşker. Fîlmê kurdî roja 5 ê nîsanê saet 17. oo an dihête nîşandan.

Ji bo zaniyariya zêde û kirîna bilêtan mirov dikare têkiliyê bi telefona (0046) 8 587 85 810, john.gradowski@jfst.se deyne.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]