|
28/4/2006 Mezintirîn xelata Komara Çekî bû para kurdekî Mezintirîn xelata Komara Çekî a li ser navê Karlê IV.an tê dayîn, îsal bû para Dr. Yekta Uzunoglu. Ev xelata giranbuha cara yekê dibe para biyanîyekî Weşandin:21/4/2006 saet 16:47 ínfo Uzunoglu <info@uzunoglu.info> Komîsyona xelata Karlê IV.an, bo xeleta îsal kurdek layiq dît. Komîsyona hilbijartina berendaman Dr. Yekta Uzunoglu bo xelatê hilbijart. Xelat li ser navê Qralê Bohemyayê Karlê IV.an salê carekê tê dayîn. Dr. Yekta bi serokwezîrê kevn ê Kovara Çekê Prof. Petr Pithart re, Li gora ragihandinan bo vê xelatê cara yekê ye biyanîyek layiq tê dîtin û ew jî kurdê nivîskar, akademîsyen, lêkolîner û ekonomist, Dr. Yekta Uzunoglu ye. Ahenga xelatdanê di 01.06.2006ê de pêk tê û dê Dr. Yekta Uzunoglu xelata xwe ji destê Prof. Dr. Frantiesek Janouch ku weka mezintirîn alimê fizîkê û şerwanê demokrasîyê tê naskirin, verbigre. Dîsa di ahengê de dê li gel serokkomarê kevn Vaclav Pavel û ê nû Vaclav Klaus gellek navdarên vexwendî amade bibin. Aheng li Qesra Zanyarî ya bi navê Klementinumê ku di sala 1348an de ji alîye Karlê IV.an hatibû avakirin, pêk tê. Dr. Yekta bi nameyekê sipasîya xwe pêşkêşî jûrîyê kir û ragihand ku ew vê xelatê ne weka xelateka bo şexsê xwe, xelateka bo çanda kurdî qebûl dike. Uzunoglu kîye? Dr.Yekta Uzunoglu (Geylanî) di sala 1953yan de li Farqînê çê bûye. Di sala 1971ê de bo xwendinê tê Fransayê û li Enstûtîya Turaine zimanê fransî dixwîne. Ji 1973 ta 1979an li Zanîngeha Pragê tiba universal dixwîne. Uzunoglu di salên 1980yî de demekê li Almanyayê dijî û Enstûtîya Kurdî a Bonnê ava dike, paşê dîsa vedigere Komara Çekî. Uzunolu di sla 1991 de li Pragê li kultur Palsê tevî Serokkomarê niha Vaclav Klaus bo başkirina rewşa aborî a Komarê Çekî xelekên semîneran li dar dixe. Di sala 1993yan de Serokkomar Klaus jî di nav de, li gel komek zanyarên aborî ên çekî, pirtûka bi navê „ Perspektîvên aborîya Komara Çekî „ dinivisîne. Ew di salên 1990î de li gellek welatên cîhanê beşdarî Konferansên navnetewî ê aborîyê dibe. Uzunoglu zewicî û bavê du zaroka ye. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |