|
27/10/2007 AI îdamên li Îranê mahkûm kir (Zarathustra News) Roja çarşema derbasbûyî 12 kes li Îranê hatin îdam kirin. Bi îdamên dawî re, hejmara kesên îdamkirî li Îranê bû 250 kes. Ev hejmara fermî ye, lê hejmara veşartî jî heye û bi zaniyariyên veşartî, hajmara kesên îdamkirî pir mezintir e. Sala derbasbûyî hejmara kesên hatibû îdam kirin 177 kes bû. Li gorî hejmara par û îsal, Îran bi îdama mirovan ber bi rekorê ve diçe. Di 17 mehê de 9 kes ji girtîgeha Evîn li Tehranê, 3 kes li Şîrazê, 10 mehê jî 2 kesên kurd Senandajê hatibûn îdam kirin. Îdamkirina jina pirsek din e ku têra xwe balkêş e. Xanim Fakteh S, 24 salî bû. Mêrek 80 salî xwest ku dest bavêje namûsa wê. Wê xwe parast û mêrik di dema parastinê de hatibû kûştin. Lê parastina wê, jê re weke suc hate hajmartin û xanim Faktehê hate îdamkirin. Îran yek ji welatan e ku, zarokan îdam dike. Ev yek li dijî peymanên navnetewî ne. Îran wezîfeya xwe a li hemberî peymanên navnetewî bi cî nahêne. Babak yek ji wan kesan bû ku temenê xwe biçûk bû. Lê Îran temenê wî li ber çavan negirt û ew îdam kir. Amnetsy International li hemberî cezayê îdamê ye û şêweyê îdama li Îranê derveyî mirovahiyê dibîne. AI ji Îranê daxwaz dike ku tevayê biryarên îdamê ji nû ve raçav bike û wan sivik bike. Mafê girtiyan û xweparastinê bide bar çav û daweyan ji nû ve binirxîne. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |