|
27/1/2006 Semînera Salvegera 60. a Mahabadê a Kurd Stenbol- Semînera Salvegera 60. a Komara Mahabadê a Kurd, li avahiya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV) de, bi pêşkişiya Prof. Dr. Ebas Welî hate lidarxistin. Di Semînera Mahabadê ku roja 22ê Çileya Paşînê saat di 13.00an hate çêkirin, nêzî 85 rewşenbîrên bijare yên Kurd beşdar bibûn. Semîner, bi axaftina serokê Weqfê Mehmet Celal Baykara destpêkir. Baykara di axaftina xwe de bi kurtî li ser rewşa damezrandin û hilweşandina Komara Mahabadê rawestiya û her weha birêz Ebas Welî jî ji beşdarvanan re da nasandin. Piştî axaftina Baykara, temaşekirina slaytê ku ji alî Uzeyîr Avci ve hatibû amadekîrîn, destpêkir. Slayta Mahabadê, ji beriya damezrandina Mahabadê hetanî hilweşandina wî û her weha îdamkirina Qazî Mihemed û hevalên wî bi awayekî dokumenterî radixist ber çavan. Piştî temaşekirina slaytê Prof. Dr. Ebas Welî dest bi axaftina xwe kir. Semîner, ji du beşan pêkhatibû. Beşa ewilîn de bîrêz Welî, bi gelek fîrehî sedemên damezrandin û hilweşandina Komara Mahabadê; têkiliyên siyasî û aborî ya wê demê; rewşa sosyolojîk ya Îran û Azerbeycan û Kurdistanê; rewşa Yekîtiya Sowyetan û Amrîka û Îngilîstanê; têkîliyên Qazî Mihemed ya bi aşîretan û ya bi Mele Mistefa Barzanî re û her weha têkiliyên bi Azeriyan re şirove kir. Bîrêz Welî, di beşa duyemîn de jî pirsên beşdarvanan bersîvand. Semînera Salvegera 60. a Komara Mahabadê a Kurd, nêzî çar saeatan domkir. Birêz Welî, bi baldarî hate guhdarîkirin. Beşdarvanên semînerê, ne tenê ji rewşa Mahabadê ya wê demê, her weha rewşa îroj ya Îran û Kurdistana Îranê ji agahdarî wergirtin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |