NEWROZ

äæÑæÒ


26/6/2007

Li Kurdistanê xetera mezin: Bê karî û birçîbûn

(Zarathustra News).

Li bakurê Kurdistanê bê karî û biçîbûn bi şêweyek vekirî xwe dide der. Berî niha serokê odeya dermanfiroşê Amed ê Ferat Değer pirs anîbû zimên. Li gorî wî, Amed ê di sînorê birçîbûnê de ye. Îro bi beyana serokê Sendîqeya TURKTIS ê Bedrettin Demirtaşî diyar bû ku Amedê ne tenê di sînorê birçîbûnê de ye, lê ew bi pirsgirêka bê karî û birçîbûnê re şerek mezin dike. Wî, ji rojnameya Olay ê re dîtinên xwe wisan aniyê zimên: Îro li Amed ê nêzî 50 hezar karkerên bêşixûl hene. Xeter heye ku ev hejmar bilind bibe...

Ev pirsa xeter li kûçeyên Rihayê jî xwe dide der. Nimûneya herî mezin Meryem Almali ye. Xaltîka Meryemayê 74 salî ye. Li gorî Evrensel ê, ew li taxa Sîneklî yê dijî. Piştî mêrê wê, lawê xwe jî di qezeyek trafîkê de hûnda dike. Niha li 4 neviyên xwe dinêre. Ji bo ku wan têr bike, ji ser zibilxaneyên Rihayê nan dide hevûdu. Li gorî Odeya Tîcaretê ya Enqerê, li Rihayê gelek karker bê şixûl in. Statîstîkên fermî dide nîşandan ku li rihayê ji % 35 bê kar in.

Mehmet Topal ku li Elezîz ê ji awira rojnamevaniya lêkolînerî nasdar e li ser rewşa fabrîkeyên Kurdistanê lêkolînek piralî kiriye. Xebata wî di nêta bajêr hatiye weşandin. Wisan dibêje topal: Li navçê (Kurdistanê) ekonomî ber bi falincê (felc) ve diçe. Ji ber krîzên ekonomiyê û krîzên bi rê de li Erzirom, Agirî, Mûş, Ixdir, Wan û Qersê 36 û li Elezîz ê 14 fabrîke hatin girtin/girtîne. Li van bajaran 100 fabrîke bi nîv qapasîte dixebitin. 25 tesîsên nû ji ber pirsa tengasiya fînansê nikarin têkevin xizmetê û karkirinê. Li gorî lêkolînê li Qers ê 3, li Mûş ê 5,  li Wan ê 4, li Agirî yê 5, li Ixdir ê 3, li Erzirom ê 16 fabrîke hatine girtin, anjî girtî ne.

Li aliyê Şirnex û Sîlopiyê jî rewşa xelkê ji awira aborî ve xirab e. Berî niha bi çend salan rewşa bajêr bi tîcareta sînor pir baş bûbû. Lê îro xelk di rewşek dijwar de ye. Li gorî rojnameya Şirnex ê ji ber tunebûna kar gelek malbat ji bajêr bar dikin cihên din .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]