NEWROZ

äæÑæÒ


26/5/2007

Kongreya PEN a Swêd ê bi dawî hat, Firat Cewerî bû endamê komîteya kargêr

Gabar Çiyan

Nivîskarê kurd Firat Cewerî ji aliyê komîteya amadekar ya hilbijartinê wek berendamê Komîteya giştî ya PENa Swêdê hatibû pêşniyazkirin. Kongreya PENa Swêdê do bi beşdariyeke mezin li Stockholmê li dar ket. Di kongrê de hejmarek nivîskarên navdar yên Swêdê beşdar bûn. Piştî diyarkirina rojevê û xwendina raporên xebatê, hilbijartina komîteya kargêr dest pêkir. Firat Cewerî bi yek dengî hat hilbijartin û cihê xwe di komîteya kargêr de girt. Me li ser hilbijartina wî û karê wî yê di PEN ê de jê pirsî:

Çine ew tişt ku Firat Cewerî gihand îro ku di komîteya karger ya PEN a Swêdê de cî bigire?

F. Cewerî: Ev demeke dirêj e ez li Swêdê dijîm, ji mêj ve ye endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê me û di hin dezgehên kulturî de xebitî me.  Bi xêra van xebat û têkiliyan der û doreke min çêbûye. Heta ji min hatiye min di têkilî û xebatên xwe de qisûr nekiriye, ez ji dil û dostane tevgeriyame, min qîmet daye wan têkiliyan. Min qîmet daye azadiya fikrê jî. Azadiya fikrê û ya takekes ji bo min pîroz e. Belkî vê yekê bala komîteya amadekar ya hilbijartinê kişandibe û loma ez ji bo komîteya karger ya PENa Swêdê pêşniyaz kiribim. Gava komîteya amadekar ya hilbijartinê li min geriya û fikra xwe ji min re got, ez hebekî dudilî bûm, lê dû re min qebûl kir. Bi niyeta belkî ez bikaribim ji bo kurdan û nivîskarên dinyayê yên tadelêhatî tiştekî bikim, min qebûl kir.

Ji kerema xwe hîsên xwe yên vê kêliyê ji bo hilbijartina xwe bînine zimên

F. Cewerî: Ji xwe ez do (24ê gulanê), di civîna PENê ya salê de hatim hilbijartin. Zêdeyî sed nivîskar û navdarên swêdî beşdarî kongrê bûbûn. Komîteya amadekar ya hilbijartinê berê navê min pêşniyaz kiribû. Di kongrê de ez bi yek dengî hatim hilbijatin. Bêguman hiseke xweş bû, ji bo min rûmetek bû.

- Di xebeta xwe ya PEN a swêdê hûnê giraniya xwe bidin çi şêwe xebatê?

 F. Cewerî: Me komîteya karger do, piştî kongrê civînek li dar xist û em ê piştî du hefteyên din dîsa bicivin. Em ê hingî, ji bilî serok, komîteyên din hilbijêrin. Ji ber ku serok di kongrê de hat hilbijartin. Di bin sîwana komîteya karger de berpirsiyariyên cihê, an jî komîteyên cihê hene. Ji cîgiriya serok bigire heta komîteya nivîskarên di hepsan de, komîteya aştiyê, ya nivîskarên sirgûnê û hwd. hene. Ez aniha nizanim ka ez ê di kîjan komîteyê de bêtir bi kêr werim. Lê ez têkevim kîjan komîteyê jî ez ê bixwazim balê bikişînim ser binpêkirina mafên kurdan û rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê. Di lêxwedîderketina mafên nivîskar, rojnamevan û entelektuelan de, ez ê li nasnava wan ya etnîkî an jî îdeolojî nenêrim û ji bo hemûyan bixebitim. Gotina PENa Swêdê li dinyayê derbas dibe. Gava PENa Swêdê hebekî aktîvtir bibe, wê bikaribe gelek tiştan bike.

Di vî warî de tiştên ku ji min bên ez ê texsîr nekim.

PEN

Mîna komeleyek navnetewî ya nivîskaran rolê dilîze. PEN di 1921 î de li Londonê ji aliyê C. A. Dawson Scott hatibû avakirin. PEN a Swêd ê jî di sala 1922 an de hatiye avakirin. Bi qasî 600 endamên wê hene.

Firat Cewerî

1959 de li gundê Bavsê ku bi Dêrika Çiyayê Maziyê ve girêdayî ye hatiye dinyê. Lê zaroktî û xortaniya wî li Nisêbînê derbas bûye. Di salên 80 î de derket derveyî welat. Pirtûka wî ye yekem ``Êrîş dikin`` di 80 î de ji çapê derket. Hejmarek mezin pirtûk nivîsîne, beşek ji wan wergerandine kurdî. Kovara Nûdemê derxist. Niha li Swêdê dijî. Ji sala1987 an û vir ve endamê PEN a Swêdê ye (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]