|
26/12/2007 The Washington Post: Oparasyona Tirkiyê li dijî Hiqûqê ye Zarathustra News Serdestiya hiqûqê vê hefteyê careke din bi êrîşekê birîndar bû. Ne ji ber taktîkên lêpirsînê anjî guhdarkirina dizî a telefonê, lê belê ji ber welatekî ku endamê Yekîtiya Netewan-UN e. Û ew welat, erdê welatekî dinê ku endamê UN ê ye, bomberan dike ye. Ji ber tehdîtên li dijî standartên me û şerê me yê li dijî terorê pir tê mezin tê nîşandan, ev yek rê ji çareseriyên leşkerî re vedike. Emerîka ji ber van pirsan li dijî êrîşê derneket û alîkariya wê kir. Li gorî çavkaniyên cewaz, balafirên artêşa Tirkiyê, roja yekşemê êrîş bir ser kampên PKK ê. Çiqasî Pentagon erêbûna operasyonê red bike jî, çavkaniyên Pentagonê dide diyarkirin ku, DYE îstîxbarata demî bi wan re pay kiriye û berê hêza tirka daye ser hedefên wan. Ev, êrîşa tirka ne a yekem e. Ev çend hefteye, ji ser sînor, kampên PKK ê dide ber berê topa û çekên din. Û li gorî hinek çavkaniyan, berî niha jî ji ezmanî êrîş kiribû. Lê ev êrîşa dawî ku ji erd û ezmên ve hate pêkanîn, ji 2003 an û virve ji tevayê êrîş û operasyonên wê mezintir bû. Li gorî çapemeniya tirka, nêzî 50 balafirên şer tevlî operasyonê bûye. Wezîra Karê Derve yê DYE Condoleeza Rice, ne bi awayekî tesadufî serdana bakurê Iraqê kir. Li gorî ku xuyanî dike, Rice, ji bo piştgiriya avakirina Kerkûkê -ku bajar ji awira petrolê ve dewlemd e, çû wir. Her wisa, di hikumeta demî ku di bin bandora kurda de ye, polîtîkêrên ereb jî hatin bi cî kirin. Rice, ji bo piştgiriya peymanê li wir bû. Lê hebûna Rice, li hemberî kurda ku dixwazin kontrola Kerkûkê bidest bixînin û serxwebûna xwe qewîntir bikin, rewşa ereban bi hêz kir. Li gorî ku tê gotin, Rice, bi serokatiya kurda re çi hevdîtinek taybetî/cewaz pêk nehanî. Yek ji van serokan jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Barzanî yek ji wan kesan bû/e ku li dijî êrîşa tirka dengê nerazîbûna xwe bilind kiribû. Ji Barzanî tî şikirin ku ew, alîkariya PKK ê dike. Pirs bi terorê ve tê girêdan Germbûna li herêmê, têkilvabûna têkiliyên kurdên bakur û başur, guhertina rojeva kurdên herdu aliyan û nediyarbûna pêşerojê /rewşa heye, dikare bibe mijara fîlmek tv yî. Lê ez dê di vê nivîsê de li ser vî alî ranewestim. Tirkiyê û DYE, pirsê bi terora PKK ê ve girê didin. Ev yek jî dibe sedem ku, çi kes li protestoyên Baxdayê guhdar neke û bersivek e leşkerî pêk were û rêyeke meşrû ji êrîşê re vebe. Tirkiyê, ji bo pirsa rawestandina terorîzma PKK ê, zorê li DYE û raya navnetewî dike ku zoriyê bidin ser kurdên Iraqê, lê ji bo çareseriyê, mirov nikare çi dermanê pêşniyaz bike. Lê divê raya giştî a navnetewî rê nede ne DYE û ne jî itifaqa medenî NATO yê ku êrîşa leşkerî bibin ser sînorê welatekî din. Di rewşek wisa de, peyva berendamê alîgirên komarê John McCain divê neyê jibîrkirin: Hetanî em rêz û hurmetê ji serdestiya hiqûqê re nîşan nedin, em nikarin ji kesekî din vê yekê bixwazin (William Arkin & 18 çileya pêşn 2007). Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |