NEWROZ

نوروز


25/1/2008

Amnesty International: Hrant Dink qûrbana sersariya polîsê Tirkiyê ye

Zarathustra News

"Hrant Dink bi xwe dadstênê giştî yê Şişliya Stenbolê agehdar kiribû ku, ew, bi kûştinê tê tehdît kirin. Li gorî notên dadgehê, yek ji wan îxbarvanê polîsan dibêje ku, wî berî bûyera kûştinê bi çend mehan, plana kuştina Dink derxistiye holê. Li hemberî vê rastiyê, polîsê Tirkiyê ji bo parastina Hrant Dink çi tiştek nekir. Îfadeya du polîsa, ji ber wezîfekirina xirab hate girtin. Lê malbata Dink dixwaze ku wan polîsan bide dadgehkirin, cezekirin", dibêje Amnest International.

Bi munasebeta salvegera rojnamevan-nivîskarê Ermenî Hrant Dink, Amnesty International dest bi çalakiyên brûskî kir û ji Tirkiyê dixwaze ku, li hemberî qatilan bêdeng nemîne, kesê gunehkar bide girtin.

Dezgeha navnetewî a efûyê-AI dixwaze ku, Tirkiyê li ser pirsê lêkolînê berfireh bike û sedemên li pişt kuştina kesên wisa derxîne holê. Her wisa, sedema sistbûna polîsan ji bo parastina wî, derxîne holê ku bûyer piralî ronî bibe.

Hrant Dink di 19 ê çileya paşîn a 2007 an de hatibû qetilkirin. Wî weke rojnamevanekî, ji bo hizirkirina azad û mafê mirovan xebatên hêja dikir. AI dibêje, mafê kesên wisa weke hevwelatiyên din heye ku dewlet wan biparêze. Dezgehên ewlekariyê ji bo ku rê li ber kûştina wî bigire çi tişt nekirin. Pêwîst e ji nuha û pê ve buyerên wisa pêk neyin.

Hrant Dink, ji ber qanûna 301 ê ya parastina "tirkbûyinê" gelek caran hate dadgehkirin. AI gelek caran ji Tirkiyê xwest ku benda 301 ji holê rake. Ji ber ku, formulekirina qanûnê, rê li ber hizirkirina azad digire. Pir vekiriye ku, qanûnên wisa û xwezaya dijayetiya li hemberî hizirkirina azad li Tirkiyê, rê li kûştina Hrant Dink vekir.

Berî bi hefteyekî AI bi memorandumekî ji Tirkiyê xwest ku sozên di ema hilbijartina de dane bi cî bînin. Wan qal kiribû ku, rêz û hurmetê ji bo mafê mirovan bigirin û azadiyên din yên weke hizirkirina azad, raçav bikin. Nuha dema wê ye ku rejîma Tirkiyê wan sozên xwe bi cî bîne: Di heps û girtîgehan de rê li ber îşkencê bigire û mafên mirovan binpê neke. Divê dadgeh bê alî wezîfeyên xwe bi cî bîne. Kelemên li pêşiya parêzgerê mafê mirovan rake.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]