NEWROZ

نوروز


24/9/2007

Hejmara 102ê ya Nûbiharê Derket!!!

Kovara çandî hunerî û edebî Nûbihar bi hejmara xwe ya 102ê geheşte ber destê xwendevanên xwe...

Nûbiharê wekî tête zanîn ji ber hejmara xwe ya 100. pêşbazîya çîrok û helbestan darxistibû û encama wê pêşbazîyê jî bellî bû. Helbest û çîrokên ku pêşbazîyê de xelat wergirtine di vê hejmara kovarê de hatine weşandin...

Jibilî van çîrok û helbestan, dîsa di nava rûpelên kovarê de berhemên wekî helbest, pexşan, meqale û çîrok cih digirin...

Roşan Lezgîn li ser çîrokên ku ji bo pêşbazîyê hatibûne şandin, nivîsa “Derbarê Pêşbazîya Çîrokan a Nûbiharê de” nivîsîye û ew çîrok tehlîl kirine. Xwedîyê kovarê Süleyman Çevik li ser hilbijartinan bi navê “Gotina Dawî Xelkê Got!” nivîsek nivîsîye. Xweşmêr bi nivîsa xwe “Şêx Sen’an û Hêza Evînî”, Sever Işık “Em, Mansur û Lejyoner” Murad Celalî, “Jimar, War û Wargehên Kurdan”, Ehmed Akın “Aheng, Teda’î û Çêkirina Kelîmeyan”, Hasan Kaya jî “Zarokê Sinor im” nivisîye...

Ligel wan nivîsan, wergera Ayhan Geverî ve nameyên Cemil MeriçNameyên bo Lamia Xanimê” di vê hejmara kovarê de hatine weşandin ku yekem car e berhemek Cemil Meriç bi Kurdî dihête weşandin. Dîsa tercumeyên berhemên Mewlana, Shakespear û Mustafa İslamoğlu jî di kovarê de cîh digirin...

Di vê hejmara kovarê de Dilşad Mutî li gel hunermend Ciwan Heco hevpeyvînek kirîye...

Naveroka vê hejmara Nûbiharê wisa ye:

Gotina Dawî Xelkê Got!” Süleyman Çevik

Encama Pêşbazîya Nûbiharê Kifş bû” Nûbihar

Dengê Çîvikeke Bêhêlîn” Hemîd Dilbahar

Azadî” Dilşad Mutî

“Hezkirina Te” Omer Dilsoz

“Ez” Salih Kevirbirî

“Veger” Receb Dildar

“Agirê Huznê” Selman Dilovan

“A Baş” Bahoz Baran

“Derbarê Pêşbazîya Çîrokan a Nûbiharê de” Roşan Lezgîn

“Rêya Biratî” Raîfê Bêçare

“Em, Mansur û Lejyoner” Sever Işık

“Îşev Mêvanê Te me” Mewlana Celaleddînê Romî

“Bi Ciwan Haco re Hevpeyvîn” Dilşad Mutî

“Gur û Ker” Seydayê Ronahî

“Araf” W. K. Merdimîn

“ŞûleLORÎKnas” Sidîq Gorîcan

“Şêx Sen’an û Hêza Evînî” Xweşmêr

“Dengevedana Dengekî Xurimî ye” Azad Rêbiwar

“Bêdîn im, Îman Berdayî” Arjen Arî

“Gula Mamosteyê” Azîz Samûr

“Li Dû Te” Bamed Serdar

“Kesayetî û Pirsgirêka Me” Ferîd Îzol

“Soneta 18” William Shakespear

“Jimar, War û Wargehên Kurdan” Murad Celalî

“Wextekî Bibîranînê” Mustafa İslamoğlu

“Aheng, Teda’î û Çêkirina Kelîmeyan” Ehmed Akın

 “Nameyên bo Lamia Xanimê” Cemil Meriç

“Ker Kurê Kerê” M. Êhsan Hêvîdar

Zarokê Sinor im” Hasan Kaya

“Jina Ecinan Revandî û Gîyayê Gîbanûk” Evdilqadir Kizilkaya

“Rojek” Osmanê Şêr

“Mirin Parek e ji Jîyana me” Seyda Ronahî

“Mifta Devê Berxika Leylayê” Abdulkadir Önkol

“Ji qelema Cîgerxwîn Hewara MîranKaleciwan

“Xewnegork” Osman Mehmed

“Tu Kulîlka Binaz î” Serfiraz Şewat

“Welatê Sê Reng” Îsmet Behrewanî

“Xewna Li bin Lihêfa Xeyalan” Kamran Simo Hedilî

“Eşqa Gulê” Hasan Hüseyin Çevik

....

Nûbihar

Büyük Reşitpaşa Cad.

Yumni İş Merkezi No: 22/29

Vezneciler/İstanbul

Tel&Fax: (212) 519 00 09

www.nubihar.com

nubihar@gmail.com

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]