|
24/3/2006 Kurdên rojavayî kurdistanê li ser reş (hewlêr) newroz pîroz kirin Bi bonê cejna newrozê îro 21/3/2006 kurdên rojavayî kurdistanê di nava xwezaya kurdistanê de newroz pîroz kirin , li beyanîya sibê de ev roj kurdên rojava li hev kom bon û yekem care ku newrozekê hevbeş pîroz dikin , ev pîrozbahî ji layê dezgeha sema û xewndevanên (P.D.K) alpartî-(partiya azadî) hat amadekirin. Û bi beşdarbûna herdû partiyên(yekîtî kurdî-yekîtî dimokrata kurd) . Her weha xewndevanên kurdê rojava ji zanîngeha dihokê û selahdîn , karkir û malbatê rojavyî têde amade bon. Despêkê sirûda ey reqîb hat xwendin û gotinek pîrozbahî bi navê kurdên rojava hat xwendin û xwest ku roja newrozê bibê roja azadiyê û serfirazîya miletê kurd û ev cejna netweî li hemî xelkê kurdistanê bi heçar perçê xwe ve pîroz kir . û program dewam kir bi pêşkşkirina stran û helbesta. Ji van stranbêja mustefa derwêş û dengbêj kamîran û hişyar . Gel di nava kêf û şahîyê de hiştin û bi reqs û sema govend girtin Her weha hunermendê bi nav û deng abdulqehar zaxoyî jî tevlî bo di dawiya vê ahengê de û bi hatina wî kêf û şahî gihişt asta xwe ya herî bilind û qelebalixek mezin çê bo û di bi parastina asayişê de hunermend ji nava gel derxistin ji ber hezkiryê wî dixwestin dîmen û wênê xwe li gel wî bigrin û ji nêz bibînin .û bi vî rengî aheng qediya û bi dawî hat . Hêjayî gotinê ye ku hunermend abdulqehar zaxoyî mêvanê sema ye li hewlêrê li gel hin saz vanêb xwe û pêşkêşvanê pirograma (mêrg û çîmen ) ye hêja kamîran ku çend roja dimînin li hewlêrê beriya ku biçin dubey bo ahenga newrozê . www.semakurd.net |
|
ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊ | ãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |