NEWROZ

نوروز


23/9/2007

Mobîltelefon kanserê çêdike

(Zarathustra News)

Li Ingîlîztanê, hikumet û karbidestên endustriyê bi hevudû re lêkolînekî hêja pêk anîn. Lêkolîn li ser "bikaranîna telefona mobîl û nexweşiyên wê" çêbû û 6 salan domand. Lêkolînêran di 6 salan de 23 lêkolînên cewaz pêk anîn.

Lêkolîna berfireh derxist holê ku, telefona mobîl (desta/birîkê) kansera mêjî û guh peyde dike (akustik nevroma). Nexweşî piştî çend salan dikare derkeve holê. Lêkolînêr dibêjin ku, rîska kanserê (girêba) ne demek kin de, lê di demek dirêj de derdikeve holê û pêwîst e ev rastî bê dîtin û li ber çava bê girtin.

Ji bo bidestxistina zaniyariyên xurtir biryarekî din hate girtin ku, lêkolîn hetanî 10 salên din berdewam bike. Serokê koma lêkolînê Lawria Challis anî zimên ku, kanser piştî 10 salan dikare derkeve holê. Divê mirov bipejirîne ku, nexweşî dikare pir zûtir jî pêk were û derkeve holê.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]