|
23/8/2007 Civîna birêvebiriya Amnesty International: Rewşa cîhanê wezîfeyên me girantir dike (Zarathustra News). Civîna Birêvebiriya Dezgeha Efûyê ya Navnetewî-AI li Meksîkoyê bi dawî hat. Civîna birêvebiriya AI ji du (2) salan carekê çêdibe. Civîna birêvebiriyê, biryarwergirê herî giring yê AI ye. Di civîna îsal de ji 75 welatan, 400 niwêner beşdar bûn. Wan di civînê de dîtinên cewaz niqaşkirin û ji bo xebatên pêşerojê planên xwe diyar kirin. Birêvebiriya AI anî zimên ku, di cîhaneke ku mirov ji ber hizirên xwe û sedemên din ji hevûdu dur dikeve, dabeş dibe û newekhevî di nava mirovan de zêde dibe, cezekirina hejartiyê pêş dikeve de, mafê mirovan di bin tehdîtê de ye. Di rewşek wisan de wezîfeya AI girantir û mezintir dibe. Di civîna îsal de li ser gelek bendan hate rawestandin. Hedefên nû hate diyarkirin. Ji bo serkevtinê planên xebatê hatine danîn. Xebatên AI yên pêşerojê giraniya xwe li ser pirsên mafê jinan yê hemîlebûn û berxwe birinê, parastina zarokan li hemberî karanîna cinsî, çalakiyên li dijî bombeyên klusterê, mafê mirovan yê însanî, hemwelatî, polîtîk, çandî û aborî ne. Di dawiya civînê de, Komîteya Kargêr ya Navnetewî hate hilbijartin. Di komîteya kargêr ya vê carê de Christine Pamp ê jî heye. Xatun Pamp birêvebirê AI-liqê Swêdê ye û li ser pirsên mafê mirovan pispor e . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |