NEWROZ

äæÑæÒ


23/5/2007

Hewildana 78 an ya Tirkiyê

Ronîkirina bûyerên zindana Amed ê dixwaze

(Zarathustra News)

Hewildana Tirkiyê ya 78 an, ji bo ronîkirina bûyerên salên 80-84 an li zindana Amed ê gavek e nû avêt. Li ser navê Hewildana 78 an, Celalletin Can li Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beyan wisan e: Li zindana Amed ê di salên 80 î û pê ve 53 kes jiyana xwe ji dest dabûn. 14 kesan xwe darvekir, hinekan xwe şewitand. 23 kes ji nexweşiyên cewaz, 7 kes di birçîbûna mirinê de çûn rehmetê. 7 kes jî bi şkencê hatin kûştin.

Ji bo têgihiştina bûyerên piştî cunta 12 îlonê li Zindana Amedê, kampanyayek hatiye destpêkirin. Armanca kampanyayê, daxwaziya destpêkirina lêkolînekê berfireh e. Armanca me ew e ku kesên sucdar bên dadgehkirin û cezekirin. Ji bo yekê, piştgirî û alîkariya hêzên demokratîk pêwîst e. Divê komîsyonek adaletê bê çêkirin ku li ser rastiya zindana Amedê kur bibe û derxîne holê. Rastiya wir dê ji bo têgihiştina ``Pirsa Kurd`` jî gelek sûdan bighêjîne mirov.

Piştî daxuyaniyê, komek ji Hewildana 78 an serdana Dadgeha Sultanahmetê kirin. Li gorî qanûnê, nivîsek dane dadgehê ku bighêjînin Wezîrê Karê Hundirîn yê Tirkiyê. Ji wezaretê tê xwestin ku, zaniyariya li ser bûyerên di navbêra 1980-84 an li zindana Amed ê bidine Koma Hewildana 78 an. Rojnameya Birgün ê diyar dike ku gava hatiye avêtin ji bo ronîkirina bûyerên zindanê erênî ye.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]