|
23/3/2006 Şahiya Newrozê ya KÜRT-KAVê bi çoşî serket Stenbol- Şahiya Newrozê ya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV), roja 20ê Adarê, li Stenbolê Salon Figaroyê de bi coş û kêfekê mezin hate çêkirin. Hewceyê gotinêye ku nêzî hezar kes beşdarî şahiya Newrozê bibûn. Şahiya ji alî Latîf Epozdemîrê ve dihate pêşkeşkirin, saet 8ê êvarê de, bi deqiqeyekî rawestandina bîranînê destpêkir. Piştî rawestandina bîranînê serokê Weqfê Mehmet Celal Baykara dest bi axaftina kir. Baykara di axaftina xwe de bi piranî li ser çalakiyên Weqfê rawestiya û hin projeyên Weqfê ji beşdarvanan re qalkir. Piştî axaftina Baykara, temaşekirina sinevîzyonê destpêkir. Sînevîzyon ji 3 beşan pêkhatibû. Beşa ewil, karesatên meha adarê, bi taybetî jî tevkujiya Halepçe hate nişandan. Temaşevan, beşa duyemîn de Cejna Newroz, beşa sêyemîn de jî dîroka KÜRT-KAVê di sînevîzyonê de temaşe kirin. Piştî sînevîzyonê hunermend Hemê Hecî derket sahneyê. Stranên Hemê Hecî yên gelerî beşdarvanan ji ciyê xwe leqand. Demek şunde jî beşdarvan, bi stranên folklorî dest bi dîlanê kirin. Piştî bernama Hemê Hecî, Helbestvan Remzî Çakin çend helbestan xwend. Aliyekî din ya şevê jî ew bû ku, gelek hunermendên hêja bi mêvandarî beşdarî şevê bibûn. Ji vana yek hunermenda Koma Azad a beriya 12 Îlonê, hêja Roja bû. Her weha hunermend Nûzan ku demekî dirêj e li devreyî welat dijiya û dostê hêja ya Weqfê, hunermend Nîlûfer Akbal jî di þevê de amade bûn. Mêvanên şahiyê jî bi hûnerên xwe ve beşdarî şevê bûn. Roja, bi strana xwe ya navdar, bi Hesenîko ve beşdarvanan bir beriya 30 salan. Piştî Roja, hunermend Nûzan derket ser dîkê. Nuzan jî stranên xwe ji beşdarvanan re anî ziman û her weha coşekî din jî anî şahiyê. Piþtî Nûzan, Dr. Abdullah Kiran ji beþdarvanan re helbestekî bi Kurdî xwend. Mêvanên þevê, þaîrê navdar Newzat Çelîk jî bi helbestekî xwe ve beþdarê þevê bû. Piştî helbestan, bername dîsa bi hunermendan ve domkir. Hunermanda navdar Aynur Doxan jî di şevê de amade bû. Ew jî piştî Nûzan derket ser dîkê û dest bi bernama xwe kir. Aynur, di navberê de bang li Nîlûfer Akbal kir û herdû hunermendên hêja bernameya şevê bi hev re domandin. Ji alîkî ve Aynûr, ji aliyê din ve jî Nîlûfer, stranan gotin. Di vê beşê de hema bêje yek kesekî/ê ku li ciyê xwe bû tûnebû. Beşdarvan tev bi hev re li dîlana Newrozê de bûn. Def û zirneya gelerî jî hat ser dîkê û hunermendên şevê tev bi hev re dawî li şevê anîn. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |