|
22/7/2007 Dîmenek ji hejartiya li Kurdistanê: Malbata Orhan 3 sal in di axurê di dijîn (Zarathustra News) Hejartî her ku diçe li Kurdistanê zêde dibe. Mîsalek e din li Geverê (Yüksekova) ku bi ser bajarê Hekariyê ve ye derket holê. Malbata Orhan ku ji heşt (8) kesan pêk tê, sê (3) sal in ku di axurekî de dijîn. Sadî Orhan ku bavê zarokan e, çar (4) sal in ji ber nexweşiya rûhî nikare kar bike. Niha barê malê tev li ser pişta dayika zarokan Xezalê maye. Xalit (1), Bahar (4), Kewser (7), Şehrîban (8), Sefer (12), Bêrîvan (14) bi dayika xwe û çêleka xwe re di axûrê de dijîn. Sefer û Bêrîvan diyar dikin ku ew ji ber hejartiyê nikarin herin dibistanê. Malbat, hatina xwe tenê şîrê çêleka wan e. Şîr difroşin û îdareya xwe dikin. Cîranên wan qal dikin ku endamên malbatê, ne têr dixwin, ne têr serê xwe dişon û cilên wan têr nikare besriva germê û sermayê bide. Malbata Orhan li taxa Esentepeyê dijîn. Dayika zarokan Xezal jiyana xwe ya rojane wisan tînê zimên: Piştî nexweşiya bavê zarokan, em perîşan bûn. Bi alîkariya cîranan em di axurekî de bi cî bûn. Du zarokên min seqet in. Ji bilî şîrê çêleka me pê ve çi hatinek me tune ye û rewşa me herku diçe xiraptir dibe. Olay dibêje ku, malbata Orhan li benda kesên xêrxwazin ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin. |
|
ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊ | ãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |