|
2/6/2007 Xetera girtina deriyê Xabûrê (Zarathustra News). 1200 şîrketên kar yê Tirkiyê ketine tirsa girtina deriyê sînor yê Xabûr ê. Tirkiyê di salekî de, ji tîcareta yekser û ya girtina ser xwe bi Iraqê re bi qasî 7 mîlyar dolaran kar dike. Dema vekêşana di navbêra Iraq û Tirkiyê bidome ev yek dikare bandora xwe li deriyê Xabûrê bike. Dema derî bê girtin, dikare tîcareta heye raweste. Li ser pirsê serokê Konseya Kar ya Tirk û Iraq ê Ercüment Aksoy di daxuyaniya xwe ji bo çapemeniyê wisan got: Tîcaret dikare raweste. Berjewendiyên netewî pir giring e û li ser hemû karan e. Pêwîst e serokatiyên herdu welatan ji pirsê re çareseriyekê peyde bikin. Bi sedan şîrketên Tirka ji awira enerjî, ragihandin, avakirin û perwerdekirinê ve li Iraq ê kar dikin. Xabûr rêya herî giring ya tîcaretê ye. Berî bi salekê, di rojekê de nêzî 1000 kemyon û tirayler derbasî aliyê bakûrê Iraq ê dibûn. Lê îro ev hejmar daketiye 250 î. Dema deriyê Xabûr ê bê girtin, em ê mecbûr bibin ku malê xwe bi kemyonan ji ser Sûriyê û Ûrdûnê re bişînin başûrê Mûsil ê. Rêyek wisan dirêj, dê li ser me buha bibe. Lê ji bo me karbidestan berjewendiyên netewî giringtir e. Hêviya me ew e ku serokatiyên bakurê Iraq ê bi Tirkiyê re li ser pirsa PKK ê hevkariyê bikin. Êrîşên terorî nikare rê li ber barkirinê û tîcaretê bigire. Lê divê bê gotin ku, PKK ê hetanî niha êrîşa xwe nebiriye ser karbidestan. Ez hêvî dikim ku PKK taktîka xwe nede guhertinê. Endamên Komela Barkirinê ya Netewî li Tirkiyê ji girtina derî dê xesarek mezin bibîne. Li gorî daxuyaniya serokê komelê Tamer Dinçşahin ku daye Referans ê, dema deriyê Xabûr ê bê girtin dê barkirina ber bi herêmê bi tevayî raweste. Ev yek dê ji aliyê aborî ve bandorek neyênî li Tirkiyê û endamên komelê bike . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |