|
22/10/2007 Dezgeha Tendurustiya Cîhanê: Nexweşên rûhî di cîhanê zêde dibin (Zarathustra News) Pirsgirêkên polîtîk, hejartî û tunebûn, toreyên hişk, kêmbûna etîk û pîvanên exlaqî û gelek problemên din rûhê mirovan birîndar dike. Li gorî rapora Dezgeha Tendurustiya Cîhanê-WHO yê, di cîhanê de her ji pênc kesan yekî, problema xwe a rûhî heye. Lewma pirs di rojeva Kongreya Kognitif û Terapiya Helwestê de dê weke benda yekê bê niqaş kirin. Totikbûna mirovan, anku sivikbûna aqil, problemek e mezin e. Xerabûna psîkolojiya mirovan di salên 14 de dest pê dike. Dikare beşek ji nexweşiyê hetanî emrê mezinbûnê jî bi mirovî re bimîne, berdewam bike. Li gorî rapora WHO yê, di cîhanê de her pênc kesan yekî, şerê xwe yê nexweşiya rûhî dike. Kes, anku komên meyildariya xwe û xwekûştinê heye, hejmara xwe zêde dibe. Nexweşxaneyên psîkolojiyê û hekîmên rûhî rolek e pir mezin dilîzin. WHO li ser giringiya bihêzkirina nexweşxaneyan radiweste û wisan dibêje: Kesên ji ber nexweşiya rûhî serdana nexweşxaneyên psîkolojîk dikin, hejmara xwe zêde dibe. Pir giring e ku amadekariya nexweşxaneyan hebe da ku karîbin baştir alîkariyê bidine mirovan. Gelek kesên nexweş, ji ber tirsa binavkirina "dîn bûnê/şêt bûnê" naxwazin herin nexweşxanê û nexweşiya wan a rûhî li wan giran dibe. Ev pirsgirêk bêhtir li bajaran heye. Çareya wê, hev fêmkirin e. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |