NEWROZ

نوروز


21/9/2007

Konseya Ewropayê: Xizmeta bi kurdî pêwîst e

(Zarathustra News)

Kongreya Ewropa a Birêvebiriyên Herêmî ku organa Konseya Ewropayê ye, li ser pirsa fermîkirina (resmî) zimanê kurdî di şaredarên Kurdistanê (belediye) de raporek amade kir. Rapora bi navê "Li Tirkiyê demokrasiya herêmî û rewşa Amedê/Sûrê"  bi îhtîmelek e mezin dê belge û dokumnetên Yekîtiya Ewropayê-EU de cî bigire.

Li gorî nûçeya radyoya almana -DW, Tirkiyê jî endamê kongrê ye. Lê Tirkiyê di belediyên herêmên başûr de (Kurdistanê) rê li ber digire ku xizmet bi kurdî bê kirin. Birêvebirên Kongrê helwesta Tirkiyê rexne dike û li ser pirsê raporek amade kiriye. Rapor di dîwana kongrê de hate niqaş kirin û ji aliyê endamên beşdar ve hate pejirandin (qebûlkirin.

Di raporê de bi taybetî li ser rewşa Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û biryara belediyê ji bo "di xizmetên belediyê de bikaranîna pir-zimanî" hatiye rawestandin. Ji wezîfeya wî bi durxistin biryarek li dijî demokrasiyê  ye. Her wisan helwesta erênî a şaredarê Amedê Osman Baydemirî  ji bo bikaranîna zimanê kurdî jî di raporê de cî girtiye. Ji Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê Beşir Atalayî tê xwestin ku di dawiya salê de di kongrê de li ser pirsê biaxife.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]