NEWROZ

نوروز


21/8/2007

Konseya Ewropayê dozên şaredarên DTP yî dê raçav bike

(Zarathustra News)

Ji bo raçavkirina "dozên ku li dijî şaredarên DTP yî hatiye destpêkirin", heyetek ji Konseya Ewropayê tê Tirkiyê. Heyet ji pisporên pirsê pêk tê.

Birêvebiriya Kongreya Herêmî ya Konsyeya Ewropayê, ji bo pirsa demokrasiya herêmî li Tirkiyê biryara şandina heyetekî da. Pisporên pirsê di navbêra 6-10 tebaxê de dê li Amedê û Enqerê xebatên xwe bike.

Heyeta pisporan li ser xebata xwe daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya kurt wisan e:  Ev çend meh in ku demokrasiya herêmî li Tirkiyê ji aliyê me ve tê raçavkirin. Di serî de doza ku li hemberî Şaredarê Sûr ê û şaredarên DTP yî hatine destpêkirin dibe sedema xemgîniyê û fikirandinê...

Cigirê Serokê Kongreya Herêmî ya Konseya Ewropayê Anders Knape serokatiya heyetê dike. Ji bilî wî, Hans Ulrich Stockling, Irina Pereverzeva, Chris Himsworth û du sekreterê endam hene.

Heyet li Enqerê û Amedê bi rayedarê dewletê, niwênerên herêmê û birêvebirên dezgehên sivîl re dê hevdîtinan pêk bînin. Heyet, piştî raçavkirina xwe dê raporekî amade bike. Xebata amadekirina raporê dê 17 ê Îlonê de bi dawî were .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]