NEWROZ

äæÑæÒ


20/9/2005

Di navbera 22-24 Îlonê de

Yekemîn Festîvala Rewşenbîrî li Duhokê tê li darxistin

N. Xanê-Duhok

Rojnama Avesta

Careke din bajarê Duhokê festîvala rewşenbîrî hemêz dike.

Ev cara yekemîne ku wê festîvaleke wiha were girêdan li bajarê Duhokê.

Hêjayî gotinê ku wê ev festîval ji herçar parçên Kurdistanê rewşenbîran hemêz bike.

Festîval di bin diruşma PEYVA KURDî SÎNORAN DIBEZÎNE de wê were li darxistin.

Ev ahenga rewşenbîrî ku wê li Duhokê li jêr çavdêriya birêz REMEZAN TEMIR KOÇER parêzgerê Duhokê were li darxistin, Yekîtiya Nivîskarên kurd - Duhok rêxistina wê dike.

Her wiha ji Ewropa û Australya, Keneda û Amerîka rewşenbîrên kurd wê amede bibin û bi semîner û helbestên xwe beşdarî bikin.

Li hêleke din û ji ber ku piştî rûxîna sîstema Baasa faşî û damezirandina parlamentoya Kurdistanê û bûna bajarê Duhokê weke xaleke gihiştina rewşenbîrên Kurd li her şonekî, ev festîval jî her ji ber van sedeman tê li darxisitn, da ku parêzgeha Duhokê her wextî bikaribe vî rolî bigire ser milê xwe û bibe qadeke vekirî ku rewşenbîrên Kurd hizir û berhemên xwe têde parvekin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]