|
20/5/2007 Di hilbijartina li Tirkiyê de, Propogandeya bi kurdî Qedexe ye (Zarathustra News) Li Tirkiyê xelk hêdî hêdî ji bo hilbijartinên nû xwe amade dikin. Lê li Kurdistanê, ji ber qanûna partiyên siyasî benda 81/c yê, ku propogandeya bi zimanê kurdî qedexe dike, berendamên kurd dixe rewşek xirab. Li gorî qanûnê, li deverên vekirî anjî girtî weşana programa partiyan û belavkirina wan bi hemû şêweyan dikare tenê bi tirkî bê kirin. Pankart, vîdeo, broşûr û beyaname tenê bi zimanê tirkî dikarin bên belavkirin. Kesê ku li dijî qanûnê xebatê bike bi qasî 6 mehan dê bê zîndanî kirin. Serokê DTP yê Amed ê Hilmi Aydoğdu dîtinê xwe li ser qedexeyê wisan anî zimên: Qanûn ne demokratîk e. Pêwîst e bê guhertin. Divê rastiya gelê kurd bê dîtin. Gelek mirov bi tirkî nizanin. Ew dixwazin bi kurdî pirsên xwe bînin zimên. Qanûn rê lê digire ku mirov li gundan û deverên din qala armancên xwe bike. Ji ber qedexeya heye em dê nikarîbin hevûdu fêm bikin. Ev yek mirov di tengasiyê de dihêle. Tangasiya li herêmê heye têra xwe cidî ye. Li gorî nûçeya Evrensel ê, dîtina serokê AKP ê yê Amed ê Mahsum Özbek hinekî guhertî ye. Li gorî wî, dema îcazeya propogandeya bi kurdî hebe, erênî ye. Lê tune be jî, ew li hemberî biryara dewletê bi rêz bin. Li gorî qanûnê dê xebata xwe bidomînin. Serokê CHP ê yê Amed ê Medeni Öz, bi çavek neyênî li qanûnê dinêre. Qedexeya propagandeya bi kurdî dê li herêmê bibe sedema nexweşî û tengasiyê. Pêwîst e qanûn bê guhertin. Gava neyê guhertin, ew mecbûr in ku li gorî qanûnê karên xwe bidin kirinê. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |