|
20/1/2008 Li hemberî Xabûrê deriyê alternatîv vedibe Zarathustra News Tirkiyê plan dike ku, deriyê Xabûrê û pasîf û îzole bike û çûn û hatina di ser Herêma Kurdistanê re bide guhertin û xwe bi rêyek e nû, di ser başûrê biçûk û Sûriyê re bighêjîne Iraqê. Waliyê Mêrdînê hewil dide ku xebata vekirina deriyê nû bi dawî bîne, û derîkî nû li Nisêbînê veke. Ji xwe li Nisêbînê, berê jî deriyek ji bo bazirganiya ser sînor sînor hebû. Lê deriyê dûwê dê tenê ji bo çûn û hatina wasitayên barkirî be. Waliyê Mêrdînê Mehmet Kılıçlar li ser xebata vekirina deriyê Nisêbînê wisa axifî: Ji bo deriyê nû 300 donim erd hatiye veqetandin. Beşê ku di nava têla de dima, ji mayina tê paqijkirin. Îhaleya avakirina deriyê nû di nava 15 rojan de dê bê diyarkirin. Lêkirina deriyê nû di nava 2 mehan de dê bê destpêkirin. Ji bo deriyê nû dê bi qasî 20 milyon dolaran mesref here. Derî dê ji awira elektronîkî ve modern be û rojê 2000-2500 erebe dê karîbe derbas bibe. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |