NEWROZ

äæÑæÒ


2/6/2006

Civîna Grûba Xebatê a Herêma Mêrdîn:

‘Yekîtiya Netewî Pêwîst e’

 

Grûba Xebata Kurd, civîna xwe a 6. li Herêma Mêrdîn li Qezê roja 28ê Gulanê pêkanî.

Ji Mêrdîn, Cizîrê, Nisêbîn, Dêrikê, Wêranşarê, Ruha û Diyarbekrê bi qasî 150 kesayetên siyasî û rewşenbîr beşdarî civînê bûn.

Civîn di hewayekî germ, tije hêvî û bi nîqaşên balkêş derbasbû. Danê sibê ji 10.30 a heta 15.30ê piştî nîvro, 5 sietan domand.

Piştî teşkîlkirina Dîwanê di derheq fikr, stratejî û armanca Grûba Xebatê de agahdarî hate dayîn û hate destnîşankirin ku; armanca Grûba Xebatê her ewe ku (model çi dibe bila bibe, -partî, kongre, meclîs, enî-) hemû rengên Kurdîstanî yên fikrî/îdeolojîkî, etnîkî, dînî/mezhebî di bin sîwana eniyekî demokratîk û Kurdîstanî de pêkbîne û temsîl bike.

Li ser navê Grûba Xebatê serokê dîwanê da diyarkirin ku Grûba Xebatê kar û xebatên xwe bi esasî di du cuhan/qenalan de dimeşîn e:

1. Bi riya civînên herêmî �ku hata nuha li 6 bajaran pêkhatiye û ewê li 10 bajarên din jî pêkwer in- armanc û hewldana Grûba Xebatê bi girsê/kîtlê tê nasandin û fikr, pêşniyarî û rexneyên însanên cudareng têne gohdarîkirin ku ewê di pêşerojê de wek dokument bêne pejirandin.

2. Ji aliyê din ve bi riya dîalog û ziyaretan, bi hemî rengên civata re (partî, grûp, komela, çewre, şexsiyetên serbixwe ûwd.) muzakere û hevdîtinan pêktînin ku heta mumkûn be tu rengê civatê li dervayî evê konseptê nemîne.

3. Dîsa hate eşkere kirin ku Grûba Xebatê ne hewldaneke îlegal/veşarî û ne jî yasayî ye. Grûba Xebatê meşrûiyeta xwe ji mafên xwe yên tabîî û huqûqa peymanên navneteweyî distîne û bêîteatiye sivîl wek prensîba xebatê dipejirîn e.

Piştî agahdarî û axaftina dîwanê ji beşdarvanan nêzî 20 kesî (Sabahattîn Korkmaz, Fuat Onen, Gazî Taş, Ümît Tektaş, Cemîl Aydogan, Eyup Karageçîlî, Letîf Kaya, M. Reşît Ozge, Medînî Ayhan, Mele Hadî Ekîncî, Azîz Mahmut Ak, Osman Karavîl, Selahatîn Nebîoglî, Sitki Zîlan, Qadê Emîno, Kemal Aras, Hatîp Yapiştiran, Kadîr Atli) fikr û rayên xwe yên di derheqê yekîtiya neteweyî, kar û xebatên Grûba Xebatê, modela yekîtiyê, stratejî û programa yekîtiyê, reel polîtîka herêmê û Kurdîstanê de hanîn ziman.

Axaftevanan bi ekseriyetî li ser pêwîstiya Yekîtiya Neteweyî sekin în û di çarçova �Mafê çarenivîsî� de çareserkirina pirsa Kurd, weke armanca hevbeş pejirandin.

2. Statuya Kurdîstana Federal, wekî destkeftiyên miletê Kurd yên tarîxî hate pejirandin û piştevanî lêkirin weke erk û wezîfa netewî hate deklare kirin.

3. Axaftevanan cardin balê kişandin ser reel-polîtîka Kurdîstanê û siyaseta DTPê a �Komara Demokratîk�, �Tirkiyeyîtî� û �Demokraîsya ekolojîkî� weke çewsandina îdraqa Kurdîstanîtiyê binav kirin û dan xwiyakirin ku ev siyaset siyaseteke rast nîn e û ne mumkûne meselê çareser bike.

4. Dîsa, bal hate kişandin ku, şer û şîddeta ku ji alî PKKê ve tê meşandin bêwate maye û tu feydê nade-nedaye doza miletê Kurd û bi tenê destê generalên faşîst xurt dîke û mewziyên li ber Kurda qels dike.

5. Herweha di civînê de biryar hate girtin ku Grûba Xebatê ji aktîvîstên Kurd İbrahîm Guçlî, Zeynelabîdîn Ozalp û Sedat Oxurî re bi xurtî xwedî derkeve û ewan bi tenê nehêl e.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]