NEWROZ

نوروز


2/2/2008

GALA'ya KURD serkevtî derbas bû

Zarathustra News & Serbesti.net

Şahiya galayên kurd ev sê sal in ku dibe ewca (zîrve) kurdên li Swêdê.

Î sal jî Gala'ya Kurd roja 24'ê çileya paşînê li Sodra Teaternê li Stockholmê kom bû.

Gelek kurd û swêdî yên naskirî beşdarê Gala'ya Kurd bûn. Seroka partiya Sosyaldemokratan Mona Sahlîn jî hat Gala'ya Kurd û ji hêla kurdan ve bi germahî hat pêşewazîkirin. Ji derveyê serok Mona Sahlîn'î, navên çend naskiriyên ji civata kurd û swêdiyan ev bûn: parlamenterê swêdî Sven Otto Lîtorîn, Lars Ohly, Ulla Hoffman, Fredrîk Malm, Gudrun Schyman, Katrî Lînna, Lîsa Grenfors, Dilsa Demirbax, Sakine Madon û hwd.

Axêverê xêrhatinê ya ji bo şevê, wezîrê hukumeta Kurdistana Federal a wezareta Gencan Taha Berwarî bû. Taha Berwarî di axiftina xwe de gelek pirsên parastina demokrasiyê li Kurdistanê destnîşan kir û rola piştgiriya dewlet û civata Swêdê eşkere kir.

Kurdên swêdê nirx, nîşan û xelatan dan ji kurdên xebatkar û pêşketî re yên li civata kurd û swêdiyan û her wisan heman xelatên payebilind dan ji dostên xwe yên swêdî re jî.

Gala'ya Kurd ji hêla komedyenê naskirî Oz Nûjen ve hat pêşkêşkirin. Oz xelata payebilind a sala par (2007) a bi navê Kurdê Salê jî wergirtibû.

Î sal xelata bi navê Kurdê Salê, ku xelata payebilind a xelata Gala'ya kurd e, hat dayin ji rêxistina kurdên Swêdê re ya bi navê KOMAK'ê ku ji bo parastina mafên zaroyên kurd hatiye damezirandin. Li ser navê KOMAK'ê Shaman Mûradresolî xelatê wergirt.

Xelata dostaniyê ya bi navê Dostên Kurdan jî hat dayin ji stranbêjê swêdî Lars Damîan'î re. Lars Damîan muzîkjenekî jêhatî yê swêdî ye. Jê hat pirsîn ku çima Lars Damîan alaya Kurdistanê dahênaye li ser berhema xwe ya CD a dawîn, ew bi kurtî vê bersivê da: 'ji ber ku kurd pêwîstî bi piştgiriya me heye.'

Xelatek din a dostaniyê hat dayin ji parlamentera Partiya Çep (Vansterpartiet) a bi navê Ulla Hoffman. Şayanê gotinê ye ku Ulla Hoffman piştgir û dosteka hêja ya kurdan a ji zemanên dûr û dirêj e. Ulla Hofman gava xelat wergirt, got: 'têkoşîna we têkoşîna min e jî.

Di dirêjiya êvarê de, gelek stranbêj û hunermendên kurd ên ji nifşa nûhatî ên jîr û çalak beşdar bûn.

Kurdê muzîkjen ê bi navê Hajar Zexawî ji Îngîltere'yê, di destpêk û dawiya şevê de bi hunera xwe ya ciwan a lêdana amorê kevin ê kurdî erbanê ye, beşdarvanan mest û serxweş kir.

Hunermenda şeng û şox a kurd ji Hollanda'yê ya bi navê Baxan, tevlî grûpa xwe ya muzîkê beşdarê şevê bû û bi desngê xwe yê şêrîn û xweş kêliyekê ew em birin nav bax û zozanên Kurdistanê.

Soran Îsmaîl, stand up'ekî nûhatî, ku bi qerf û henekên xwe mêvanên salonê ji kenan şikand, nîşanê me da ku ew bi rastî jî xwedî hunera rexne û şirovekirinek kûr e.

Hunermenda navneteweyî Dîlba du stranan pêşkêşê mêvanan kir û gelek sempatî û çepikên mêvanan wergirt.

Gencên kurd ji rêxistina Komeleya Xwendekar û Akademîsyenên Kurd - KSAF'ê ji bo tez û lêkolînên akademîkî yên xwe xelat wergirtin. Kesên xelat wergirtin ev in: Nishtiman Huseyn, Salam Qadirzade, Samîre Zareyî

Ji xelatgiran re nîşana Gala'ya Kurd çîçeka ji camê û ji bo dereca yek û duwê jî 10 û 5 hezar kron pere hat dayinê.

Gala bi xweşsohbet û tamkirina çêjên kurdî û vexwarina badeyê ve bi dawî hat.

Zarathustra News & Serbesti.net - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]