NEWROZ

نوروز


2/11/2007

Dijitiya tirka di nava EU de xurt dibe

(Zarathustra News)

Helwesta Tirkiyê ji bo amadekariya operasyona leşkerî li derveyî sînorên xwe, dibe cihê nexweşî û nerazîbûnê. Welat û parlementerên ku li dijî endametiya Tirkiyê a Yekîtiya Ewropayê ne, li hemberî helwesta Tirkiyê xebatên xwe xurt kirin.

Parlamenterê CSU yê Dr. Ingo Friedrich li ser pirsê dîtina xwe wisa ye: "Operasyona leşkerî a Tirkiyê li bakurê Iraqê li dijî nirxên Ewropayê ye û li dijî qanûnên navnetewî ye".

Di parlementoya Ewropayê de, parlementer û Partiya Mesîhiyên (Xiristiyan) Demokrat yên alman û fransiyan, piştgiriya dîtina Friedrichî dikin.

Cigirê Serokê CSU yê Ingo Friedrich dibêje, "dema qanûnên navnetewî ji aliyê Tirkiyê ve neyêne naskirin, pêwîst e muzakereya bi Tirkiyê re bê rawestandin."

Wisa xuyanî dike ku, bi taybetî Fransa û Almanya bi hêzên xwe yên konservatîv dê li hemberî helwesta Tirkiyê ya militer bêdeng nemînin. Ew dê zorê deynin ser Tirkiyê da ku, rêyên demokratîk û têkiliyê hilbijêre.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]