NEWROZ

äæÑæÒ


18/8/2005

60’mîn salvegera avabûna Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê hate pîroz kirin

Azad Kurdî

azadkurdi@hotmail.com

Êvariya roja sêşem 16’ê Tabaxa 2005’an hemberî 25’ê Gelawêja 1384’ê Rojî, bi beşdariya Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, birêz Mistefa Hicrî, Endamên Deftera Siyasî, Komîteya Nevendî, şandeke Partiya Sosyalîst ya Kurdistana Turkiyê, Kadro û Pêşmergeyên Partiyê û gelek dost û alîgirên PDK Îranê rê û resmeke hêja û berfireh bi boneya 60’mîn salvegera avabûna PDK Îranê hate lidarxistin.

Rê û resm bi sirûda EY DEMOKRAT dest pê bû. Piştre Payama rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hate pêşkêş kirin. Naveroka peyama Kekê Mistefa Hicrî gelek dewlemend û balkêş bû. Mirov dikare bibêje ku gotara wî dîrokî bû. Deqa Peyama Kekê Mistefa Hicrî di hejmara 22 ya Rojnameya Agirî dê bihê weşandin.

Peyamên Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê, Partiya Sosyalîst ya Kurdistana Turkiyê, Peyamên Yekîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistana Îranê û Yekîtiya Jinên Demokrat ya Kurdistana Îranê û çend rêxistin û saziyên Kurdistana Îraqê hatin pêşkêş kirin.

Helbesteke dewlemend ji aliyê Xatûna Nahîd Husênî ku taze ji bajarê Seqiza Kurdistana Îranê hatiye Kurdistana Îraqê û tevlî cejna pûrozkirian 60 saliya PDK Îranê bibû, hate xwendin.

Berdewam nûçeyên pîrozkirina cejna 25’ê Gelavêjê, 60’mîn salvegera avabûna PDK Îranê li bajarên Kurdistana Îranê ji aliyên pêşkêşkarên rê û resmê dihat xwendin.

Tevî vê çendê ku rayedarên Komara Îslamî ya Îranê piştî serhildana gelê Kurd li Kurdistana Îranê ku mehek dibe dest pê bûye û niha jî her berdewam e, rewşa awarte û hikûmeta leşkerî li Kurdistana Îranê hatibû ragihandibûn û hemû gir û çiyayên bajarên Kurdistana Îranê hisar dabûn ku agirê cejna 25’ê Gelavêjê nehê hilkirin û  cejn nehê pîroz kirin. Lê wan nekarîn pêşiya gelê Kurd bigirin û wan cejan 25’ê Gelavêjê û agirê cejnê bi serekvtin û serfirazî hilda.

Gelek sirûd û stranên Kurdî hatin pêşkêş kirin. Koma Çandî û Hunerî ya keçên Kampa Romadiyê ku niha li herêma Kelar û Xaneqîn ya Kurdistana Îraqê dijîn bi stran û govenda Kurdî rê û resm pitir xemilandibûn.

Rê û resma pîrozkirina Cejna 25’ê Gelavêjê, 60’mîn salvegera avabûna Partiyê bi dîlan û govenda Kurdî ya beşdaran bi awayekî berfireh û bi coşeke gelek mezin dawî pê hat.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]