|
18/5/2007 Li Kurdistanê xezeba baran û lehiyê (Zarathustra News) Barana ku li gelek deverên Kurdistanê dibare dibe sedema xesarên mezin û xirabûna rêyan. Li Amedê gelek tax, kolan û cihên kar kete bere lehiyê. Baranê bi şêweyek neyênî xesar da bazara kirîn û firotinê. Li bajarê Sîweregê, baran xesarek mezin da kanala pîsîyê ya bajêr. Ji ber ku kanala pîsîtiyê xitimî, nêzî deh mal di nav avê de man. Li bajarên Solhan û Karliova ya Bîngolê jî gelek xanî ji ber baranê di rewşek xirab de ne, jiyan di wan de nikare bê domandin. Lehiyê rêya di navbêra Solhan û Mûş ê da girtin û nêzî 80 otomobîl li ser rê, di nava avê de, di xeterê de man. Otomobîl, piştî demek dirêj ji xetera lehiyê hatin rizgarkirin. Li Dogubazîda Agiriyê ji ber ava baranê gelek xanî di rewşek nebaş de ne. Rêyên navenda bajêr bûne mîna gola, çûn û hatina gelek gundan bi sînor bûye. Li Ercîşa Wanê ji ber baranê, çemê Zîlan ê bi ser ve çû. Ji bo kontrolkirina lehiyê xebata şixûlkêrên dezgeha avê ya dewletê-DSI yê berdewam e. Li Navenda bajêr, taxa Orenê hejmarek mal ji ber avê di rewşek xirab de ne, beşek ji xaniyan hatine valakirin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |