NEWROZ

نوروز


18 /3/ 2008

Nûçeyek taybetî ye: MIT xwe nû dike

Zarathustra News

Dezgeha Istixbarata Netewî ya Tirkiyê-MIT ji bo avakirina Akademiya MIT ê xebatên xwe bi dawî dihêne. Li gorî zaniyariya hatiye bidestxistin, sîxurên çalak piştî raçavkirinek giştî dê mafê perwerdekirinê di akademiya MIT ê de bi dest bixînin. Kesên serkevtî di hindurê dezgehê de dê karîbin bilind bibin.

Her wisa, di akamediyê de, şert û mercên bilindbûn û terfîkirina şixulkêrên MIT ê ji nû ve tê diyarkirin. Kesên şixulkêr, bi mercên nû tên hemberî hev. Mercek herî balkêş, ji bilî zanîna zimanê dayikê, fêrbûna zimanekî din daxwaz dike.

Bi avakirina akademî û gava nû, armanca rêvebiriya MIT ê ew e, ku xwe bighêjîne dezgehên mîna CIA, Mossad, M16, FSB (KGB), BND ê.

Îro li Tirkiyê, hejmarek dezgehên dewletî akademiyên xwe hene. Serfermandariya Giştî-GKB "Akedemiya Şer", Wezareta Edaletê "Akademiya Edaletê", Mudiriyeta Ewlekariya Giştî-EGM "Akademiya Polîsî", Lijneya Ewlekariya Netewî-MGK "Akademiya Netewî ya Ewlekariyê" heye.

Xebatên MIT a li derveyî welêt

Di bin navê "Vîzyona Nû" de gavek e nû dihête avêtin. Vizyona nû, xebatên li derveyî sînorên Tirkiyê ji xwe re bingeh digire. Navendên xebatê berê xwe dide, Rojhilata navîn, Qefqasia û welatên Balkan ê. Ji bo serkevtinê, di serî de li Iraqê û herêmên din, bi hejmarek eşîr, kom û rêvebiran re têkilî hatiye danîn. MIT giraniya xwe dide zimanên gurcî, ibranî, erebî, sirbî, ermenî, grekî, bulgarî, rûsî û boşnakî.

Ji bo serkevtinek e giştî ji mecalên têknoljiya ezmanî jî dê sûd bêne girtin.

Mercek nû

Li gorî îstatîstîka hatiye çêkirin, şensê kesên nîvxwende namîne ku bibe şixulkêrê MIT ê. Ji  ber ku îro xebatkarên MIT ê, ji % 70 zaningeh qedandine. Wisa xuyanî dike, ku MIT dê rê nede kesên nezan ku bi xebatên ewlekariyê dakeve...

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]