NEWROZ

äæÑæÒ


17/4/2006

Newroz li Şamê

1956-1957

Şêx Birîmce Şam

12/4/2006

Newroz li Şamê  ji zû de destpêkirî ye, berî hemî hermên kurdên Sûryê, di sala 1956-1957an,  komek ji zanayar û xwendevanên kurd li şamê Piraniya wan (ji kurdistana Iraqê bûn) newroza xwe li suruşta bajarê Zebedanî ( nêzîkî Şamê 60km)  newroza xwe pîrozkirin, yên nas dinav wan de, Dr: Nûredîn Zaza,  Osman Sebrî, Qedrî Cemîl Paşa, Qedrî Can,  Îsmet Şerîf Wanlî, Cemşîd Celatet Bedirxan, Remo Hiso, Mihemed Zilfo, Umer Dezeyî,  Ezedîn Mustefa Resol, Û Umer .....

 

Newroz li Şamê

2618/2706K  - 2006 Z

 Îsal jî Kurdên li Şamê dijîn wek hersal ji sibehê zû de, dest bi çûna hawîrdora Şamê kiribûn, bi taybetî, cihên ko komikên filiklorî li hebin, wek Rokindîn Feyhaa (koma PYD) , Hey Tişrin komik lê pirbûn wek Erxewan, û Azadî her yek bi tena xwe, û koma Azadî , Nûhilat, Zagros, hersê bi hevrebûn  û li  Dîmasê koma Hilat û Newroz.

Di kat 70.30 an hersê komkên filiklorî Azadî, Nûhilat, Zagros dest bi meşa xwe kiribûn  û ji Rukinldîn ta cihê Newrozê li Hey Tişrîn, bi hevre meşiyan û di katjimêr 10 û 10 deqan de dest bi ahengên xwe kiribûn.

 Destpêkê hersê kom bi hevre derketin ser depa şanoyê û bi yek dengî sirûda nûştmanî kurd Ay reqîb bi hevre strandin.

 Koma yekê Azadî bû û ya  didwan Nûhilat Û ya sisyan Zagros bû.

Hersiyan di demên xwe de, pirograma xwe meşandin û dengbêjan stranên xwe stran û govendvanan govendên rengareng pêşkêş kirin, dilê keç û xortan pîr û kalan zarok û mendalan şa û geşkirin.

Newroz bi gelemperî xweş boriya, cilên filiklorî yên zarok û keçan, surişta buhara rengîn dixemilandin û geşdikirin, divê sala bê hemî keç û xortên me tevî zarokan, cilên xwe yên kurdî li xwekin/wergirn ta newroza me geştir û şêrîntir bikin.

Îsal cihê newrozê hinekî teng bû, ji ber ko milet kurd bi coşekî mezin li newroza xwe xwedî derdikeve; ji ber avakirnên malên nuh cih newrozvanan û mêvanên wan yên Biyanî gelekî  tengtirbû bû, lê wek kurd dibêjin ( cih ji dilan tenge) jimara newrzvanan nayê ji martin lê bi10 hezaran bûn.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]