|
17/3/2006 Çalekiyê bîrhatina serhildana rojavayi li herêma kurdistanê Semakurd - hewlêr Bi bîrhatina diwemîn salvegera serhildana rojavayi kurdistanê ya ku çirîska wê ji bajarê qamişlo dest pê kir weka vê rojê 12 adarê sala 2004 .û belav bo li tevay bajarê kurdistana rojava ji dêrikê heta efrînê û şamê. di encama we de bi dehan şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn her weha bi hezaran hatin zindan kirin.û êrîşeke hovane ji layê rijîma baas ya şofinî bi ser gelê kurd hat lê bîr û baweriya gel ne şikand û serhildana xwe Gur tir û xurt tir kir ji bo azadî û serfiraziya xwe . Îro bi bîrhatina vê rojê gelê kurd û xwendevanên xwe di nava çalakiya debûn li herêma kurdistanê bi taybetî li hewlêra paytext ta dihok û silêmaniyê . Li paytextê hewlêr 5 deqe rawestan li navenda bajêr Pêk anîn Îro xewnevanê rojavay kurdistanê bo rêzgirtin û bîrhatina şehîdê Serhildanê û Şermezarkirina rijîma baas li suriyê .Ji aliyêkî dî ve bi heman ermancê li hola midiya li hewlêrê ahengeke bo yadî şehîd û pirotistokirina rijîma sûriyê ji layî xwendevanan de hat ûrgenîzekirin bi beşdariyek mezin ev çalakî hat pêşwazî kirin ,gelek kesaeytî û nûnerê rêxistinê siyasî ji hukûmeta herêm û ji perçê din yê kurdistanê hazir bûn û millet bi cewşek mezin tevlî bo . Her weha dezgeha sema ya hunerî û rewşenbîrî nameyek û guleke mezin şand û piştgirya xwe da nîşan dan . bi awayekî balkêş ev çalakî hat şopandin ji aliyê rojname û teliviziyonê kurdistanê Gelek gotin bi vê bîranînê hatin xwendin bi navê xwendevanên her çar prçê kurdistanê û helbest û stran û kurte filmek dikomenter li ser serhildanê hate pêşkêş kirin . Û wek me di despêkê jî da nîşandan li dihok û silêmaniyê ji serhildan hat bi bîr anîn . Li dihok ji layî xwendevanên kurdê rojava û kampa koçberê kurdê suriyê li muqbilê hate ûrgenize kirin û gelek gotin û helbest û şano û bi vê bûyerê hatin pêşkêş kirin û bi sedan kes lê beşdarbûn . Û bi awayekî baş derbas bo û bi kurte filmekî li ser serhildanê çalakî bi dawî hat . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |