NEWROZ

نوروز


17/11/2007

Endamê Parlamentoya Ewropayê Voggenhuber: Tirkiyê yekîtiya kurda ji xwe re tehdît dibîne

(Zarathustra News).

Parlementerê Awusturyayî û endamê Koma Keska a Parlamentoya Ewropayê Johannnes Voggenhuber, li ser daxwaziya Tirkiyê a ji bo oprasyonek e leşkerî li derveyî sînorê xwe, hişk peyivî. Voggenhuberî, bersiva Rojnameya Österreichê wisa da:

- Partiya elmanî CSU di daxuyaniya xwe de diyar ku, dema Tirkiyê li ser xaka bakurê Iraqê /Herêma Kurdistanê dest bi oparasyonekê bike, divê muzakereyên Yekîtiya Ewropayê ji bo pirsa endametiya Tirkiyê, bê rawestandin. Hun tevlî dîtina CSU dibin, an na?

Belê, em jî mîna wan hizir dikin. Ji bo endametiya yekîtiyê, krîterên mafê mirovan hene. Şerê Tirkiyê dê hişkiyê zêdetir û bilind bike. Di rewşek wisa de, divê muzakereyên bi Tirkiyê re bê rawestandin.

- Tirkiyê qala mafê parastina xwe dike...

Kenê mirov bi argumentên Tirkiyê tê. Ji Tirkiyê re aliyê balkêş, ne PKK ye, lê bihêzbûna kurdên Iraqê ye. Tirkiyê, yekîtiya kurda ji xwe re tehdîtek mezin dibîne. Çi têkiliya pirsê bi bersiva Tirkiyê a "mafê parastina xwe" tune ye. Derbaskirina sînoran dê bê wateya, êrîşek e eşkere .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]