NEWROZ

نوروز


16/9/2007

Germa giloverî û fêkiyên deryayî

(Zarathustra News).

Germa giloverî bandora xwe ya neyênî ne tenê li mirov û ser erdê dike. Ew tesîrekî nebaş li masî û tevayên fêkiyên zindî yên deryayî dike.

Li gorî dîtinên ilmî, binê avê, anku kurahiya deryayê ji bo jiyaneka bi ewle hêviyên mezin dida mirovahiyê. Li Ingîlîztanê, zankoya Southamptonê li ser pirsê lêkolîneke pir fireh kir. Lêkolînê rastiyekî nû derxist holê ku, germa giloverî bandorek xirap li deryayê dike û jiyana zindî a li ser zemîna deryayê li hemberî germa zêde nikare xwe biparêze.

Lêkolînêr Jon Copley diyar dike ku, germa giloverî bi şêweyekî cidî bandora xwe li sîstema ekoya deryayê dike. Taveyê fêkiyên deryayî paya xwe ji vê bandorê digirin.

Dema tehtekî (kevirên pir gir/mîna çiya mezin) ezmanî were xwarê û li deryayê bikeve dê fêkiyên zindî yên deryayî karîbin xwe biparêzin. Lê ew, li hemberî germa giloverî bêçare ne. Ji ber ku jiyana deryayê ji gelek awiran ve bi sîstema eko a ser erdê ve girêdayî ye. Dema germ li ser rûwê erdê zêde dibe yekser bandora xwe li deryayê jî dike .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]